Qeyyûm fatûreyê li esnafan dibire

VASKÎ’yê ya Wanê fatûreya xebatên li kolanan li esnafan dibire.

Piştî ku VASKÎ’yê  fatûreya boriyên avê li esnafan birî, esnafan serî li qeyyûm M. Emîn Bîlmez da. Qeyyûm ji esnafan re got “Rewşa VASKÎ’yê ne baş e, alîkariyê pê bikin.”

VASKÎ ya ku girêdayî şaredariya Wanê ye meha borî li Kolana Yuzbaşioglû boriyên avê nû kir. Ji ber vê xebatê esnafan hefteyekê karê xwe sekinandin.

Piştî nûkirina boriyên avê VASKÎ’yê li her esnafekî 1600 TL fatûre birî. Dema esnafan ev tişt ragihandin ji qeyyûm M. Emîn Bîlmez re, Qeyyûm ji esnafan re got “Rewşa VASKÎ’yê ne baş e, alîkariyê pê bikin.”

Esnafê bi navê Farûk Demîr got “1400 TL fatûre ji min re bîne. Ji ber şewbê jixwe em mexdûr in, dema ku li kolanê xebat hate kirin jî dikanên me girtî bû û fatûreya vî tiştî li esnafan hatiye birîn.”

Orhan Yavûz ê li kolanê esnafiyê jî dike got “Li vir xebata kevirên parke yê peyarêkan hate çêkirin lê fatûreya wê li me dibirin. 1600 TL pere ji me stendin.Ev karê şaredariyê ye divê bike lê wekî rêveberê avahiyê pereyan ji me dixwazin.”