Qeyûmê li Wanê çalakiyên protestoyî qedexe kir

Waliyê Tirk ku ji aliyê rejîma Enqereyê ve li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê weke qeyûm hate tayînkirin, meş û xwepêşandanên li Wanê ji bo 15 rojan qedexe kir.

Ji 19'ê Tebaxê dema desteserkirina şaredariyan û vir ve li dijî rejîma qeyûm li Wanê çalakiyên protestoyî tên kirin.

Waliyê Tirk ê li Wanê ku li şaredariyê bûye qeyûm, çalakiyên li bajêr ji bo 15 rojan qedexe kir.

Di daxuyaniya walîtiyê de hate îdîakirin ku ji ber hincetên ewlekariya milî, sîstema cemaweriyê, mafên bingehîn û azadiyan û parastina asayîşa giştî qedexe hatiye ragihandin.