Qeyûmên li Wanê bi kêfî maeşan distînin

Qeyûmê li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê M. Emîn Bîlmez û qeymeqamên qeyûm ji 5 deverên cuda maeşan distînin, serokên daîreyan û alîkarên sekreterê giştî jî 4 maeşan distînin.

Karmendên bloka AKP-MHP'ê ku şaredariya Wanê û şaredariyên navçeyên wê ji sala 2016'an ve desteser kirine, li gel karên nelirê her wiha bi navê cuda li meqamên cuda maeşan distînin.

Li Wanê ku hezar û 900 roj in çalakî û xwepêşandanên bi her awayî qedexe ne, Walî û qeyûmê li Wanê M. Emîn Bîlmez tevlî hemû çalakiyên AKP'ê dibe û tevî maeşê ku weke walî distîne, her wiha bi navê Wekîltiya Şaredariyê, Serokatiya Desteya Rêveber a VASKÎ, endametiya Desteya Rêveber a Belvan A.Ş. û Encûmena Daîmî ya Meclîsa Şaredariyê 5 maeşan distîne. Maeşên qeyûm Bîlmez digihêje 100 hezar TL'î.

Qeyûmên ku li navçeyên Wanê hatine tayînkirin û karê wan qeymeqamtî ne, li gel maeşên qeymeqamtiyê her wiha ji qeyûmtiyê, endametiya Desteya Rêveber a Belvan A.Ş., encûmen û meclîsê maeşên cuda werdigirin.

Qeyûm Bîlmez ku ev derfet ji bo xwe çêkiriye, ji bo 4 sekreterên xwe jî ji gelek cihan maeşê dide. Sekreterê Giştî Mehmet Fatîh Çelîkel li gel rêvebertiya Belvan A.Ş. û rûniştinên meclîsê çar maeşan distîne. Sekreterê Giştî Nîhat Arpa jî çar maeşan werdigire. Alîkarê Sekreterê Giştî Alî Ozvan û Mûcîp Tapan li gel maeşê Alîkariya Sekreteriya Giştî her wiha ji endametiya Desteya Rêveber a Mavîkent û Belvan A.Ş. du maeşan distînin.

Qeyûm Bîlmez midûrên xwe jî ji bîr nekiriye. Mîraç Kaya, Yûsûf Coşar, Mehmet Akkûş û Kamûran Sarikaya her yek ji wan 2 maeşan distînin.