Qeyûmê talanker, rêveberê AKP'î li şaredariyê kir midûr

Li Şaredariya Rêya Armûşê, ku ji aliyê qeyûm ve hatiye desteserkirin, bicihkirina personelan a bi rêya torpîlê dewam dike. Rêveberê AKP'ê yê Wanê Caner Aygun ji bo Midûriyeta Karên Civakî û Çandî hate tayînkirin.

AKP'ê vê carê jî li şaredariyên ku ji aliyê qeyûman ve hatine desteserkirin dest bi kadrobûyînê kir.

Li Wanê li şaredariyên ku bi rêya qeyûman hatine desteserkirin, mirov bi rengekî nehiqûqî û bi torpîlê li kar têne bicihkirin.

Yek ji deverên ku AKP kadroyên xwe lê bi cih dike, Şaredariya Rêya Armûşê ye ku ji aliyê qeyûm ve hatiye desteserkirin. Tevî ku pêwîstiya Şaredariya Rêya Armûşê pê nîne, bi torpîlê mirov li şaredariyê têne bicihkirin.

'BI FERMANA SEROKÊ AKP'Ê YÊ BAJÊR PERSONEL HATIN BICIHKIRIN'

Qeyûm Îhsan Emre Aydin ku beriya 3 mehan li şûna qeyûm Sînan Aslan weke qeyûm li Şaredariya Rêya Armûşê hate bicihkirin, bi rengekî dizî li Midûriyeta Karên Civakî û Çandî û Kadroyê Midûriyeta Pênûsa Taybet personel bi cih kir.

Li gorî agahiyan hefteya derbasbûyî 5 kes weke personelên şaredariyê hatin tayînkirin. Yek ji van kesan jî Rêveberê AKP'ê yê Wanê Caner Aygun e.

Aygun ê AKP'î bi daxwaza Serokê AKP'ê yê Wanê Kayhan Turkmenoglû weke Midûrê Karên Çand û Civakî li Şaredariya Rêya Armûşê hate tayînkirin.

WÊ 12 AKP'IYÊN DIN JÎ BÊNE BICIHKIRIN

Li gorî îdîayan, hejmara kesên li kar hatine bicihkirin pênc e û navê wan niha nayê qeşkerkeirin. Hate ragihandin ku qeyûm Aydin wê di nava hefteya bê de 12 AKP'iyên din jî li şaredariyê bi cih bike.