Qeyûmê talanker li Şemrexê darên 20 salî birî
Qeyûmê talanker ê ku li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê li ser şaredariyê hate danîn, darên 20 salî birî.
Qeyûmê talanker ê ku li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê li ser şaredariyê hate danîn, darên 20 salî birî.
Darên 20 salî yên li qiraxa rêya Mêrdîn-Amedê, bi fermana qeyûmê li Şaredariya Şemrexê hatin birîn.
Bi hinceta "Nûkirina rê û bandora wan a neyînî ya li ser trafîkê" gelek darên çam û tûyê hatin birîn.
Şêniyên navçeyê û esnafan hewl dan pêşî li birîna daran bigirin, lê belê polîs ketin dewrê û bi fermana qeyûm dar birîn.
Ji ber nerazîbûna zêde ya şêniyan, tîmên qeyûm neçar man ku birîna daran rawestînin. Dîmenên birîna daran li ser înternetê jî hatin weşandin.