Qeyûmê li Elbakê êrişa destdirêjiyê dinixumîne

Piştî ku navê wekîlê qeyûm ê Şaredariya Elbakê bi skandala destdirêjiyê hate bilêvkirin, qeyûmê li şaredariyê ji bo du mehan destûr da tacizkar.

Wekîlê qeyûmê li Şaredariya Elbakê ya Wanê Ekrem Dere, bi fîzîkî û devkî destdirêjî li jineke li şaredariyê dixebite, kir.

Piştî ku ev skandal eşkere bû, wekîlê qeyûm Ekrem Dere xwest bertîlê bide jina mexdûr, di berdêla ku bêdeng mîne gelek sozên weke; emeliyata estetîk, peymana karkera şaredariyê dan.

Li ser vê yekê, jina ku destdirêjî lê hate kirin, ji qeyûmê Elbakê re qala bûyerê kir. Vê carê jî qeyûm Asim Solak, ji bo bûyer bê jibîrkirin wekîlê qeyûm Ekrem Dere ji bo du mehan xist bêhndanê.

Li gorî agahiyan, jin a ku destdirêjî lê hate kirin li cihekî din hate wezîfedarkirin.

Te gotin, qeyûmê Elbakê û Ekrem Dere ji ber ku bi hev re fatûreyên kirîna malzemeyên înşaetê zêde nîşan dane û di îhaleya mazotê de nelirêtî kirine, qeyûm hewl dide vê bûyera destdirêjiyê binixumîne.