Qeyûmê dagirker 19 karmend, 8 karker û 2 şêwirmend ji kar derxist

Xespkarê AKP’yî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Walî Hasan Basrî Guzeloglû 29 karmend, 8 karker û 2 şêwirmend ji kar derxist.

Walî Hasan Basrî Guzeloglû ku weke qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate erkdarkirin, dawî li karê 29 karmend, 8 karker û 2 şêwirmendan anî yên ku ji aliyê rêveberiya HDP’ê hatibûn erkdar kirin.

Qeyûm Guzeloglû bi daxuyaniykê ragihand ku dawî li karê 29 karmendên ku ji aliyê HDP’ê ve hatibûn erkdar kirin anî. Walîyê xespker ragihand ku karê 8 karkeran jî betal kiriye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Seroka Daîreya Karên Malbatî û Jinê Selda Aydin jî peywîrê hatiye girtin û 2 şêwirmend jî ji kar hatiye avêtin. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku têkildarî karmendan lêpirsin û lêkolîna hatiye destpêkirin.