Qeyûmê Cizîrê berpirsyariya kuştina Dayan li xwe girt

Qeyûmê ku dest daniye ser şaredariya Cizîrê, berpirsyariya kuştina xwendekar Abdulgaffar Dayan li xwe girt.

Ciwanê Kurd Abdulgaffar Dayan 24'ê Çileyê dema ku diçû dersxaneyê, wesayiteke zirxî lê qelibî û bi giranî birîndar bû.

Dayan ê ku wesayita bi tîpa Ranger a polîsên sivîl lê qelibî, 26'ê Çileyê Çarşemê jiyana xwe ji dest da.

Polîsên Tirk li ser mijarê ti daxuyanî nedan. Lê belê Qeyûmê Cizîrê ku bi navê desthilatdariya AKP'ê şaredarî desteser kiriye, bi rêya Twitterê berpirsyariya kuştina Dayan li xwe girt.

Qeyûm îdîa kir ku qeza ji ber baranê rû daye û diyar kir ku wesayita Ford Ranger a ku qeza pê hate kirin bi ser şaredariya Cizîrê ve qeyidkirî ye.