Qeyûm serdanên sersaxiyê qedexe kir

Qeyûmê li Şaredariya Rêya Armûşê, fatûreya ceyranê ya malên sersaxiyê neda ku di dema şaredariya HDP'ê de hatin avakirin û VEDAŞ'ê elektrîk li ser birî. Qeyûm her wiha ji saet 15:00 û pê ve jî serdanên sersaxiyê qedexe kir.

Qeyûmên ku li Wanê dest danîn ser Şaredariyên HDP'î, xizmetên ku Şaredariyên HDP'î didan yek bi yek ji holê radikin. Bi vî rengî jî ceza li şêniyên herêmê dibire.

Mînaka herî dawî ya vê yekê jî li taxa Sixkê ya navçeya Rêya Armûşê qewimî.

Şaredariya Rêya Armûşê ku ji aliyê qeyûm ve hate desteserkirin, ji ber ku fatûreya elektrîkê ya mala sersaxiyê ya şaredariyê neda, VEDAŞ'ê elektrîk li ser mala sersaxiyê birî.

QEYÛM SERDANÊN SERSAXIYÊ QEDEXE KIR

Sînan Aslan ku Mijdara 2019'an dest danî ser Şaredariya Rêya Armûşê, fatûreyên elektrîkê yên mala sersaxiyê ya Taxa Sixkê neda. Li ser vê yekê Şîrketa Belavkirina Elektrîkê ya Wanê (VEDAŞ) meha derbasbûyî hate mala sersaxiyê û elektrîk li ser birî.

Li gel serlêdanên şêniyan jî qeyûm red kir ku deynê elektrîkê bide.,

Şêniyên taxê israr kir, li ser vê yekê qeyûm Îhsan Emre Aydin got, "Ji niha û pê ve wê ji saet 15:00 û pê ve serdanên sersaxiyê nebin, di nava rojê de bikin."