Qeyûm çav berda bêrîka esnafan

Cemîl Ozturk ku AKP'ê ew kiriye qeyûmê Şaredariya Rêya Armûşê, hemû malên nikarin bên rakirin ên şaredariyê, yek bi yek firot û niha jî çav berdaye berîka esnafên navçeyê. 

Piştî ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û navçeyên wê hatin desteserkirin, qeyûm weke karê destpêkê rabû bi sedan karker ji kar derxist, hemû malên nikarin bên rakirin ên şaredariyan, yek bi yek firotin û niha jî çav berdaye berîka esnafên Wanê.

 

PEREYÊN XIZMETÊ

Qeyûmê ku şaredariya navçeya Rêya Armûşê talan kiriye, niha jî gel û esnafan dişelîne. Cemîl Ozturk ku AKP'ê ew kiriye qeyûmê Şaredariya Rêya Armûşê ji roja hatiye tayînkirin heta îro sê caran bi fermî vekirina kolana Şemsiye dike. Şaredariyê bi hinceta 'xizmet kiriye û kevirên kilîd li kolana Şemsiye û Kulturê bi cih kiriye', ji esnafên navçeya Rêya Armûşê pereyên xizmetê dixwaze.  

'ŞAREDARIYA GEL, BÛ ŞAREDARIYA ŞELANDINÊ'

Esnafên li kolana Şemsiye û Kulturê diyar kirin ku şaredariya gel, bû şaredariya şelandina gel û wiha gotin: "Qeyûmê AKP’ê hemû malên şaredariyê firotin û niha jî berê xwe dane berîka esnafan. Şaredarî bi hinceta ku dibêje, me xizmet kiriye û kevirên kilîd me li kolanê danîne. Em heqê xizmeta xwe dixwazin. Dibêjin we kolan dagirkiriye û ji pereyên kirayê zêdetir pere ji me dixwazin. Em heqê kirayên xwe didin û ji derveyî vê jî şaredarî pere ji me dixwaze. Ev yek di dema şaredariyên DBP’ê de tine bû. Diz hatin li ser şaredariyê, lê belê ji diziyê têr nebûne û berê xwe dane, malên gel."

'JI KIRAYAN ZÊDETIR PERE DIXWAZE'

Xwediyê çayxaneyê yê bi navê R. G. diyar kir ku xebatkarên şaredariyê ji kiraya dikana wî zêdetir pere xwestine û wiha got: "Kirya çayxana min 500 TL û qeyûm jî min heqê dagikirinê 650 TL dixwaze. Hûn dagirkerin, em li ser welatê xwe ne û em her meh kirayên xwe didin. Vêcar heqê dagirkirinê çiye? Dibêjin me xizmet kiriye , em heqê xizmetê dixwazin."

Hêjayî gotinê ye ku herî dawî qeyûmên Wanê zem li ser çûyîn û hatinê ya bi otobusan a nava bajar kirîbû. Ji 1 lîra û 500 qûrûşan, çûyîn û hatin kirîbû 2 lîra. Dîsa bêkariya li bajarê di asta herî jor deye û kirîza li herêmê her ku diçe kûr dibe.