Qeys El Xezalî: Li hemberî êrîşa li ser sivîlan em bêdeng namînin

Berpirsê Tevgera Esaîb Ehlî Heq Qeys El Xezalî diyar kir ku wê li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk a serweriya Iraqê û bombebarana sivîlan a bi hêncetên bêbingeh bêdeng nemînin.

Dewleta Tirk a dagirker di saet 22.00’an de hemwext Şengal, Xanesor û Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dijwarî bombebaran kir. Berpirsê Tevgera Esaîb Ehlî Heq Qeys El Xezalî têkildarî êrîşa dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Berpirsê Tevgera Esaîb Ehlî Heq Qeys El Xezalî diyar kir ku wê li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk a serweriya Iraqê û bombebaranana sivîlan a bi hêncetên bêbingeh bêdeng nemînin.

Berpirsê Tevgera Esaîb Ehlî Heq Qeys El Xezalî, di daxuyaniya xwe de ev tişt got:“Di nava vê bêdengiya hikûmeta siyasî de, mixabin binpêkirinên aşkera ya serweriya Iraqê ji aliyê dewleta Tirk ve berdewame.”

Qeys El Xezalî aşkera kir ku piştî ku Tirkiyeyê li ser xaka bakûrê Iraqê baregehên leşkerên avakirin, bombebarankirina xelkê sivîl dest pê kir.

Berpirsê Tevgera Esaîb Ehlî Heq Qeys El Xezalî êrîşên dewleta Tirk a li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) şermezar kir û diyar dike ku dewleta Tirk bêyî guh bide serweriya Iraqê destdirêjiya bejahî û xelkê wê dike û got ku em van êrîşan qebûl nakin.