Qetlîama Şengalê li Mexmûrê hate protestokirin
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê ji bo 5’emîn salvegera Qetlîama Şengalê çalakiyeke hate kirin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê ji bo 5’emîn salvegera Qetlîama Şengalê çalakiyeke hate kirin.
Ji bo protestokirin qetlîama 3’yê Tebaxa 2014’an a çeteyên DAÎŞ’yê ya li ser civaka Êzidî ya li Şengalê û bîranîna şehîdên fermanê li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiyeke ya bîranînê hate lidarxistin.
Bîranîna ku li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê pêk hat bi sedan kes amade bûn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyê azadî û berxwedana Şengalê destpê kir. Piştre jî daxuyanî ji aliyê endamê Komîteya Çalakiyan Bairş Korkmaz ve hate xwendin.
Korkmaz anî ziman ku qetlîama dagirkeran a li ser Êzidiyan ew bû ku gelê Kurd ji kokê de tine bike û got: “Geleke xwe birêxistin bike û bibe xwedî vîn wê bibe xwedî têkoşîneke mezin.”
Korkmaz bi domdarî got: “Tevî hemû êrîşan civaka Êzidî rabû ser lingan, bi hêza xwe ya parastinê hesabên dagirkeran vala derxist. Êrîş û qetlîama li ser civaka Êzidiyan protesto dikin û em didin nîşandan ku li gel civaka Êzidiyane.”
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.