Qedexeya li Wanê 15 rojên din hate dirêjkirin
Li Wanê qedexeya çalakiyan 1608 roj in didome. Walîtiya Wanê qedexeya çalakiyan 15 rojên din dirêj kir.
Li Wanê qedexeya çalakiyan 1608 roj in didome. Walîtiya Wanê qedexeya çalakiyan 15 rojên din dirêj kir.
Walîtiya Wanê ji 21’ê Mijdara 2016’an û vir ve biryara qedexeya çalakiyan dabû. Ev qedexe di roja 1608’an de didome.
Walîtiya Wanê ev qedexce 15 rojên din jî dirêj kir. Walîtiyê diyar kir ku qedexeya meş û civînên li derve 15 rojan hatiye dirêjkirin.