Qedexeya li Çewlikê hate dirêjkirin

Li 26 herêmên navend û navçeyên Çewligê biryara “Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî” hate dirêjkirin.

Beriya niha ji aliyê Walitiya Çewlikê ve li 26 herêmên bejahiya navend û 7 navçeyên Çewligê weke “Herêmên Ewlehiya Taybet a Demkî” hatibû ragihandin. Biryar îro hate dirêjkirin. Walitiyê ji bo herêmên mijara gotinê di navbera dîroka 11-25’ê Kanûnê de “Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî” ragihand.

Navê cihên ku qedexe lê hatine dirêjkirin wiha ne; “Navenda Çewlikê Ortaçanak, Zozanê Hasar, Girê Hasar, Feratan, Zozanê Çir, Çemê Merdîven, Herêma Çemê Monçu; navçeya Azaxpêrt, Çiyayên Şeytan, Çemê Şeytan, Îlbey, herêmên geliyê Maltepe (Sevkar); navçeya Dara Hênê, Saggoze, Buyukçag Yeniyazi, Dîkpinar, herêmên Derman û Şekeran; navçeya Bonglan, herêmên Yenîbaşak-Dogûyelî; navçeya Korxol, Çemê Horîvanîk-Çemê Tahkîm (Geliyê Pahûs), Daristanên Kirkoy, herêmên Çemê Mav û Gokçedal; navçeya Gixî, herêma çemê Çomak; navçeya Kanîreş, herêma Daristanên Karacehennem; navçeya Çêrme, Zozanê Akimli.”