Qedera vî gundî timî valakirin û şewitandin e!

Gundê Rîz ê di sala 1915, 1925 û 1993’an de sê caran hatiye valakirin û şewitandin. Niha jî tê xwestin, Rîza ku bi floraya xwe ya nebatî tê naskirin, bi xwezaya xwe mirov heyr û hijmetkar dihêle, di bin avê de bê hiştin.

Gundê Riz ê bi ser navçeya Darahînê ya Çewlîgê ve girêdaye, bi floraya xwe ya nebatî tê naskirin, bi xwezaya xwe mirov heyr û hijmetkar dihêle. Xwezaya wê ku di her demsalê de xwedî bedewiyeke cuda ye, di bihar û havînan de bi benat, gul û kulîlkên cuda dixemile. Gundê Riz ji aliyê çiyayan ve hatiye dorpêçkirin û xwedî dîrokek kevnar e. Rîz sê caran ji hêla dewletê ve hatiye valakirin û cara çaremin jî bi projeya Santralên Hîdroelektrîkê (HES) tê xwestin ev gundê malovaniyê ji xwezayê re dike bê valakirin.

RÎZ

Rîz, cara ewil di sala 1915’an de di wextê qirkirina Ermenan de hate valakirin. Di sala 1925’an de di wextê Serhildana Şex Seîd de cara duyemîn hate valakirin û şewitandin. Herî dawî di sala 1993’an de ji ber polîtîkayên şer ên dewletê, Rîz carek din hate valakirin û şewitandin. Qedera vî gundî timî valakirin û şewitandin e. Hîna jî ev nêzîkatî dewam dike. Niha jî tê xwestin bi HES’ê gundê Rîz were valakirin.

DI SALA 2000’AN DE JI NÛVE HATE AVAKIRIN

Li gorî tê zanîn navê Rîz ji Ermeniyan tê û wateya wê bihuşt e, piştî qirkirina Ermeniyan navê wê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye guhertin û bûye Saggoze (Sağgöze) Rîz heta wê demê bi Licê ve girêdayî bû. Di sala 1982’an de piştî derbeya leşkerî, Rîz bi navçeya Darahînê Çewlîgê ve hate girêdan. Rîz, herêmek çiyayî û ji her çiyayek wê ava kaniyan diherike. Piştî sala 1993’an gund hate velakirin û şewitandin, gundiyên Rizê di sala 2000’an de vegeriyan li ser gundê xwe û gund ji nû ve ava kirin.

DI NAVA ÇIYAYAN DE BIHUŞTEK

Di dîroka gelê Kurdistanê de weke gelek gund, bajar û deverên din gundê Rîz yê girêdayî navçeya Darahînê ya Çewligê jî xwedî cihekî girîng e. Rîz yek ji cihên pîroz ê gelê Kurdistanê ye. Ev gundê hêja û qedirbilind sala 1925’an ji Şêx Seîd re malovanî kiriye. Bi têkoşîna azadiyê re jî ev navçeya qedîm û bi welatparêziya xwe serbilind e, bi zarok, ciwan, jin û îxtiyarên xwe xwedî li şoreşa Kurdistanê derket. Rîz di nav çiyayan de weke bihuştekê ye, bi zozan û kaniyên xwe yên bi nav û deng, bi xak û nîştecihên xwe di rêya rûmetê de bêsekin dimeşe. Ev gundê qedirbilind ku bi floraya xwe ya nebatî tê naskirin, bi xwezaya xwe mirov heyr û hijmetkar dihêle bi pirojeya HES’ê tê xwetin ku noqî avê bibe.

JI WÊRANKRINÊ YEK DIN…

Berî çend rojan, me serdana devera ku tê xwestin HES lê were çêkirin kir. Dema ku em di ser Licê, riya gundê Derxust û Dibek re derbas dibûn, em ji milê herî bi êş rewşa daristanên Licê fêr bûn. Li Licê, di navbera gundên Derxust, Pena û Huseynik de, bi mehan berê li herêma 98 hektar, bi 140 stadyûman re hesabek piçûk ya îhaleya birîna daran hatiye vekirin û li herêmê operasyona leşkerî dest pê kiriye. Li herêmê çiqas ku liv û tevgera leşkeri hebe wê demê birîna daran dest pê dike.

BI DEHAN GUND DI BIN AVÊ DE DIMÎNIN

Rawestgeha me ya din gundê Rîz e, Rîz li kêleka Newala Sarimê ye û li ser vê newalê bi sedan gund hene. Newala Sarimê ji zinarên bilind ên Rîzê diherike xwe digihîne sînorên Amed, Mûş û Êlihê. Newala Sarimê di nava geliyan de derbas dibe û xwe digihîne Geliyê Godernê û ji wir jî diherike Çemê Dîclê û ber bi Çemê Firatê re diherike. Gava ku em xwe dighînin Rîzê bayek hênîk û sar li bedena me dixwe. Li her derê rengê biharê xwe dider û li çiyayên bilind jî keviyên berfê spî dike. Gundiyên Rîzê tevahî Kirmanckî diaxivin û hema bibêje ji zarok heta kalepîr hemû jî bi awayek pir baş Kurmancî jî dizanin. Ji Darahînê û Licê rê diçe gund, gundiyan bi keda destê xwe rêya gundê xwe vekiriye û heta niha ti kesê alîkariya gundiyan nekiriye. Piştî ku rêya gund hate çêkirin şandeyek ji bo hin lêkolînan tê gund û paşê gundî pê agahdar dibin ku dewlet dixwaze li ser Newala Sarimê HES çêke. Eger ku ev piroje were xelaskirin wê ji Çewlîgê heta Amedê bi dehan gund di bin avê de bimînin.

‘LI VÎ GUNDÎ SÊ ŞARISTANÎ SERWER BÛNE’

Der barê mijarê de Serokê Komeleya Parastina Çand û Xwezaya Korta Sarimê Emîn Turhallî, agahî dan û anî ziman ku Rîz sê caran hatiye valakirin û şewitandin û niha jî tê xwestin dibin avê de bimîne. Turhallî dibêje, ew di sala 1966’an de li vî gundî hatiye dine û wiha qala gund dike: “Em 10 xwişk û bira ne, 4 xwişk, 6 bira. Ez û birayê xwe Abdurrahman em li vê derê dimînin. Qasî ku bavûkalên me ji me re gotine, li vî gundê 3 şaristaniyên cuda serwer bûne. Berê Ecem li vira hebûne piştre jî Ermenî hatine û niha jî em li vir in. Dema Eceman bîra kesekê/î nayê, lê ya Ermenan dihat bîra bavûkalên me. Em ji Mistanê hatine vî gundî. Piştî ku em hatine vir, pergalek hatiye çêkirin. Darên guzan cuda, zevî cuda hatine hesibandin. Ên ku bi zeviyan re mijûl bûne, darên guzan dane kîrêyê. Niha zevî û darên guzan heman awayî tên xwedîkirin. Em li vê malê diman. Bavê me Hafizê Quranê bû û em 40 kes li malekê diman. Me tev jê dersa Quranê digirt û gelek kes dihatin serdana bavê min. Ên ku tama xwezayê dizanin, baş dizanin ku gund çawa ye û çi cudahiyên wî hene. Ên ku di xwezayê de jiyane vê cudahiyê dizane.”

‘SÊ CARAN HATE VALAKIRIN Û ŞEWITANDIN’

Turhallî da zanîn ku qedera vî gundî timî valakirin û şewitandin bûye û wiha pê de çû: “Di sala 1915’an de wextê qirkirina Ermeniyan de Rîz hatiye valakirin, dîsa di sala 1925’an de wextê Serhildana Şêx Seîd de jî valakirin û şewitandin. Her wiha di sala 1993’an da car din hat valakirin û şewitandin. Welhasil qedera vî gundî her dem valakirin bûye. Hîna jî ev nêzîkatî dewam dike. Niha dixwazin bi HES’ê gundê me vala bikin. Ku HES çê bibe, bikî nekî dê gund vala be. Ji ber ku mirovên vê derê evîndarên xwezaya vî gundî ne, ger ev xweza çû dê şêniyên gund jî biçin. Xweza gelek girîng e û ji ber wê jî em HES’ê naxwazin. Bê çima em HES’ê naxwazin? Yek HES, ekosîstemê xera dike ya duduyan jî rewşa dêrûniya mirovan xera dike.” 

DEWLEMENDIYÊN RÎZÊ

Turhallî diyar kir ku 100 gundên herêmê bi çandinî û xwedîkirina sewalan debariya xwe ya jiyanê dikin û wiha dom kir: “Qada ku proje tê de tê plankirin, herêmek e ku ji hêla Sarim Sarg ve ji Çewlîgê heta Amedê tê avdan. Ev hewz di warê hilberîna fêkî û zebzeyan de li herêmê weke oaziyek e. Li herêma ku gelek cûre berhem têne çandin, hilberîn li gorî çandiniya avdayî tê çêkirin. Bi saya hilberîna çandiniyê debara mirovan dibe. Her wiha gûz, sêv, fasûlyên hişk û kesk, titûn, genim, ce, tirî û gelek sebzeyên din, fêkî û dexl li vê herêmêtêne çandin. Herêm di warê xwedîkirina sewalan û hingivdariyê de jî herêmek pir dewlemende. Bi vê projeyê tê xwestin vê dewlemendiyê û çavkaniya debariya gundiyan di bin avê de bihêlin.”

‘JIYANA GUND XWEŞ E’

Gundiyên li gundewarên herêmê jî bertek nîşanî pirojeya HES’ê dan û gotin: “Em ji xwezayê hesdikin. Em bi ti awayî HES’ê naxwazim. Em ji jiyana xwe ya gund razîne.”

‘DIXWAZIN ME LI SER AXA ME BIQEWIRÎNIN’

Gundiyê bi navê Şerîf Uvat (72) anî ziman ku ji deh bavan heta niha ew li vî gundî dijîn û got: “Ji ber ku derfetê me tine ye û em feqîr in, em nikarin herin deverkî. Beriya niha gotin ji bo enerjiyê li vê derê tiştek çêdikin. Lê niha xuya ye bendavê çêdikin. Yanî dixwazin me ji vir biqewirînin, ji vê emrî şûn de em ê çawa herim derveyî gundê xwe, li cihekî din bijîn û bixebitin.”

‘EM JI GUND DERNAKEVIN’

Dayika bi navê Asiya Uvat (65) da zanîn ku bi çêkirina bendavê dixwazin wan gund derxin û wiha got: “ Em nexweş in, em hatine li gund dijîn. Bi çêkirina bendavê dixwazin me ji vir derxin. Lê em ê bi ku ve herin. Jiyana me ev der e, em sewalkariyê dikin. Ji vê saetê şûn de em nikarin herin Amedê û di kîrê de bimînin. 9 zarokên min hene û hemû jî li Amedê dijîn û di nav zehmetiyan de ne. Hevserê min jî nexweş e. Ti derfetê me tine ye ku em ji vir derkevin û herin deverekî din. Em ji gundê xwe dernakevin û bendava wan naxwazin.”

‘EZ DIXWAZIM LI GUNDÊ XWE BIJIM’

Gundiyê bi navê Sadullah Oruk jî anî ziman ku ew nexweşê penceşêra rûvîyan e û wiha pê de çû: “Ez nexweş im, bi vê nexweşiyê ez nikarim li cihek din bijîm. Tenê xwezaya gund li min baş tê. Ger li vê derê bendav çêbikin em ê çi bikin û herin ku? Ji vê pê ve em dikarin herin ku û bi çi awayî debara xwe bikin? Em li gundê xwe di xwezayê de ne û em naxwazin herin devereke din. Em her yek bizinan xwedî dikin û debara xwe dikin. Ku em herin bajêr em çawa bikin? Li vê derê bendavê çêbikin dê hemû zindiyên di nav avê de bimirin. Xwezaya me dê talan bibe. Beq, masî, mar û gelek zindiyên din di nav vî çemî de ne, bendav dê van zindiyan bikuje. Ez naxwazim bendav were çêkirin. Ez dixwazim li gundê xwe bijîm, naxwazim herim kuçeyên bajêr û li wan deran zehmetiyê bibînim. Bila li gundê me bendav çênekin em ti tiştek din ji wan naxwazin.”

‘EM BENDAVÊ NAXWAZIN’

Ciwanê bi navê Murat Uvat jî got, ew li vî gundî dayîk bûye û hîna ji gund derneketiye herêmek cuda. Uvat destnîşan kir ku ew li gundê xwe bendavê naxwazin û ev tişt got: “ Sewalên me hene û em ji xwezaya xwe hez dikin. Havînan em derin avjeniyê û masîyan digirin. Em derin zozanan û debara xwe pêk tînin. Li gundê me kew dixwînin û baran e û av her dem heye. Ez bûme nebûme li gund im û ez naxwazim li gundê me bendav çêbikin û gund di binê bendavê de bihêlin. Em bendavê naxwazin!”

’EM NAXWAZIN CAREK DIN GUNDÊ ME WERE VALAKIRIN

Gundiyê bi navê Abdullah Uzan (65) ê ji gundê Piranzê ye jî wiha got: “Em debara xwe bi mêşên hingiv, zêvî, guz û sewalkariyê dikin. Ger li vê derê bendav çêbikin, dê hemû tiştên me di bin avê de bimînin. Ji vê saetê şûn de em ji gundê xwe dernakevin, em ê bi ku de herin û çi karî bikin. Ji xwe em 9 – 10 salan li derve man û dîsa hatin gundê xwe. Car din em gundê xwe vala nakin. Em naxwazin li gundê me bendav çêbikin. Ku çêbikin em nikarin mêşên hingiv, bizin û tiştên din xwedî bikin û debara xwe bikin.”

‘EZ JI JIYANA GUND HEZ DIKIM’

Dayika bi navê Kamîle Uzan jî anî ziman ku teqez ew bendavê naxwazin û wiha got: “Jiyana me li gund e. Em çawa ji vir derkevin herin. Em bi fasule, tirî û zeviyan debara xwe dikin. Hama kêm be jî ev tiştên me besî me ne. Du zarokên min hene, yek li ser karê xwe ye û yê din jî dixwîne, lê em nikarin bidin xwendin jî. Rewşa me ya niha nebaş e. Em naxwazin herin bajêr. Bila li gundê me bendav çênebe. Ez ji jiyana gund hezdikim û vir carek din bernadim.”

‘JI ÇEWLÎGÊ HETA AMEDÊ BI SEDAN GUND DI BIN AVÊ DE DIMÎNE’

Berdevkê  Platforma Parastina Hevselê Vahap Işikli jî der barê mijarê de axivî û wiha got: “Rîz bi xwezaya xwe heybet e û malovaniyê ji hezaran zîndiyan re dike. Her wiha ji bo gundiyên herêmê jî çavkaniya debariyê ye. Bi projeyên HES û Bendavan xwezaya Kurdistanê tê talankirin. Hikûmetê şewba korona ji xwe re veguherandiye firsendekê û xwezaya herêmê ji xwe re kiriye cihê rantê. Rîz herêmek taybet e û xwezaya wê dişibe ya Dêrsimê. Di nava Çewlîg û Amedê de bi vê projeyê wê bi sedan gund di bin avê de bimînin. Gundên herêmê bi çandinî û xwedîkirina sewalan debariya xwe ya jiyanê dikin. Qada ku proje tê de tê plankirin, herêmek e ku ji hêla Sarim Sarg ve ji Çewlîgê heta Amedê tê avdan. Ev hewz di warê hilberîna fêkî û zebzeyan de li herêmê weke depoya zebze ye. Li herêma ku gelek cûre berhem têne çandin, hilberîn li gorî çandiniya avdayî tê çêkirin. Bi saya hilberîna çandiniyê debara mirovan dibe. Eger ev proje temam bibe gundî neçar in ji ser axa koç bikin. Li hemberî wêrankirina xwezayê divê hemû xwezahez bibin dengê qîrîna dar, av û zîndiyan. Xweza ya me hemûyane divê em ji bo xwe li dijî wêrankirinê dengê xwe bilind bikin.”