Qala êşkenceya li Emniyeta Sor kir

Nesrîn Omer Reşîd (47) yek ji kesên ji êşkencexaneya Seddam a li Silêmanî ji Emne Sureke (Emniyeta Sor) bi saxî filitî ye. Reşîd piştî 27 salan qala bûyerên bi serê wê ve hatin kir.

Emne Sureke, yanî Emniyeta Sor... ji aliyê rejîma Baas a bi serkêşiya Seddam Huseyîn ve sala 1980'î li Silêmaniyeyê hate avakirin. Heta Raperîna sala 1991'ê bi hezaran Kurd lê hatin kuştin. Aqûbeta bi hezaran kesên lê hatine windakirin hîn jî nayê zanîn. Raperîna 5'ê Adara 1991'ê li Ranya û Qeladizê dest pê kir û piştî 2 rojan li Silêmaniyeyê deng veda. Gelê Silêmaniyeyê destpêkê dest danî ser qereqolên Seddam ên li nava bajêr. Piştre jî berê xwe da Emne Sureke yanî Emniyeta Sor. Piştî dorpêçiya ji du rojan, Emne Sureke roja 8'ê Adarê hate kontrolkirin û bi sedan Kurdên ku li ber mirinê bûn hatin rizgarkirin.

Piştî ku min serdana Emne Sureke kir û hovîtiya li ser dîwaran jî dihate dîtin bi çavên xwe dît, ketim pey wê yekê ku miroveke/î bi saxî ji vê êşkencexaneyê rizgar bûye bibînim. Dûre min bihîst ku li taxa Raperîn a Silêmaniyeyê jineke ku bi saxî ji Emne Sureke filitî ye, heye. Bi saxî filitî bû, lê belê ji ber êşkenceya giran a li wê derê her du çavên wê kwîr bûne. Em çûn serdana mala Nesrîn Omer Reşîd.

Nesrîn Omer Reşîd, sala 1971'ê li Pêciwênê di nava malbateke ji şeş keç û heft xortan ji dayik bû. Neçû dibistanê. Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Marksîst Lenînîst a Başûrê Kurdistanê bû. Di karê vê rêxistinbûnê de hevserê xwe Adil Elî nas kir. Cotmeha 1990'î du meh beriya girtinê zewicî bû.

SÎXUR DIXISTIN NAVA ME

Nesrîn Omer Reşîd ku di serdegirtina mala xwe de hate girtin, bi bandora giran a êşkenceyê qala bûyerên li Emne Sureke bi serê wê ve hatin kir: "Her cara ku êşkence li me dikirin, nekarîbûn encamekê bi dest bixin. Ji ber ku em nediaxivîn û me tiştek ji wan re nedigot. Gelek caran di dema êşkenceyê de em ji ser hişê xwe diçûn. Em bi dîwêr ve dadiliqandin û ava cemidî û şid li me dikirin. Ji ber êşkenceyê ber çavên me timî reş dibû. Bi giranî li hucreya yek kesî dihatim hiştin. Carna nanek didan û me bi avê ew nan dixwar. Rojekê ji bo êşkencekirinê ez birin. Ciwanan anîn ber min. Min nas nedikir. Mirov ji bo hîn bêhtir êşkence lê neyê kirin neçar dima ku carna kesên nas nedikir jî digot 'nas dike'... Berê di civînên me de dihate gotin ku li girtîgehê dibe ku sîxuran mîna girtiyan derxînin pêşiya mirovan ji bo agahiyan bigirin. Du kes li pêşberî min bûn, gelekî dipirsiyan. Ji ber ku ji wan ketim nava gumanan, ez li ser kesî neaxivîm."

HÊVIYA ME RAPERÎN BÛ

Nesrîn Omer diyar kir ku her kesî zanîbû kes bi saxî ji Emne Sureke nafilite, yên bi saxî derkevin jî ya seqet dimînin yan jî teslîm dibin. Nesrîn Omer anî ziman ku wê bawer nedikir bi saxî ji wir derkeve û tenê hêviyeke wan hebû, ew jî raperîna gel bû. Nesrîn Omer got, "Wê wextê di navbera Iraq û Qûweytê de rewşa ku tê zanîn rû da. Ji ber rewşa Qûweytê qet ne bi hêvî bûm ku Raperîn bibe. Şeva ku Amerîkayê li Iraqê da li Silêmaniyeyê gelek fîşek hatin teqandin. Fikirîm 'gelo raperînê dest pê kir'

Hevserê min Adil Elî mîna ku bi nexweşiya kolera ketibû. Heta ku baş bû li odeyekê di karantînayê de bû. Gelek kes di odeya wan de hebûn. Beriya hefteyekê hin welatî hatibûn girtin û wan gotibûn 'dibe ku raperîn' pêk were. Ji rêveberiya rêxistina me; ez, hevserê min Adil Elî, pirtûkvan Kak Hesen, Kak Evdirehman, Kak Namik Wadîl Osman, çend kesên ji Ewropayê û jinek hebûn li Emne Sureke... Beriya Raperînê ji ber êşkenceya giran û nexweşiya tayê, ez rakiribûn nexweşxaneyê. Min gelekî kêm kiribû. Bi rengekî kelepçekirî ez biribûn nexweşxaneya li bajêr. Dema ku Raperînê dest pê kir li nexweşxaneyê bûm. Piştî ku Emne Sureke hate kontrolkirin û leşkerên Baas ji Silêmaniyeyê hatin derxistin, ez jî li nexweşxaneyê azad bûm."

JI BER ÊŞKENCEYA GIRAN KWÎR BÛ

Nesrîn Omer Reşîd ji ber êşkenceya giran a lê hate kirin, piştî 2 salan yanî sala 1993'an çavê wê yê rastê, sala 1995'an jî çavê wê yê çepê kwîr bû. Tevî vê yekê jî hêviya xwe ji dest neda. Wiha dewam dike: "Weke şexs xwedî sekneke xurt bûm. Tevî ku çavên min kwîr bûn, min xwendin, kar, rêxistin û her tiştên xwe ji dest da jî min dest ji berxwedanê berneda. Li cihê ku bi tenê hatibûm hiştin, li jiyana xwe ya berê vegeriyam, vegeriyam gel hevserê xwe Adil. Wê wextê keçeke min hebû. Xwendina xwe qedand, zewicî û hevserê wê gelekî ji min re bû alîkar. Xwişk û birayên min jî ji min re bûn alîkar. Gelek mirovên li nava civakê jî bi dilxwazî alîkarî dan min. Tevî ku nabînim jî çavên min gelekî diêşin û gelekî tehdeyê li min dikin. Neçar im timî dermên bi kar bînim."

EZ Ê EMNE SUREKE JI BÎR NEKIM

Nesrîn Omer destnîşan kir ku wê ti carî Emne Sureke ji bîr neke. Omer çend caran çûye serdana Emne Sureke. Cara destpêkê gelekî pê zor hatiye. Ji ber ku êşkence û kiryarên li derveyî mirovahiyê yên li wê û hevalên wê hatin kirin, li wir hatin pêş çavên wê.