Qada mîtîngê kirin qereqola leşkerî

Colemêrgiyan, ji bo ku qada mîtîngê 5 km dûrî navenda bajêr hatiye diyarkirin, helwest nîşandan û gotin qada mîtîngê veguherandine qereqolên leşkerî.

Ji hêla Walîtiya Colemêrgê ve li Colemêrgê  qada nû ya mîtîngê û cihên xwepêşandan û meşê hatine diyarkirin. Ji ber ku qada mîtîngê û xwepêşandanê 5 km dûrî navenda bajêr hatine diyarkirin gelê Colemêrgê hewlesta xwe diyar kir. Qada mîtîngê ya li se rêya Tûgaya Komando ya Çiyê ya Colemêrgê ye û derdora qadê bi qereqolan hatiye pêçan.

Şêniyên Colemêrgê ji ber ku qada mîtîngê dûrî navendê de helwest nîşan dn. Welatiyan gotin AKP û Walîyê Colemêrgê ji gel ditirsin û diyar kirin, ew ê di hilbijartina 31'ê Adarê de li vîna xwe xwedî derkevin. Welatiyan gotin 2014'an  di hilbijartinên xwecih de jî û 24'ê Hezîranê de li gel hemû zextan li dengên xwe xwedî derketine û goitn 31'ê Adarê HDP wê hemû şaredariyan bistîne.

COLEMÊRG WÊ LI CEM HDP'Ê BE

Colemêrgiyan gotin ji ber ku AKP ji gel ditirse qada mîtîngê birine derveyî bajêr û gotin, ''AKP ditirse ku li Colemêrgê gel were cem hev. Dixwazin ku nehêlin gel were cem hev. Ev qada mîtîngê li ser rêya Komondo ya Çiyê ya Colemêrgê ye û derdora wê bi qereqolan hatiye pêçand. Heke AKP ji gel netirsiyabûna wê qada mîtîngê li navbenda bajêr diyar bikira.''

Niştecihekî Colemêrgê got gelê Colemêrgê bi her şertî bi partiya we re ye û got, ''Vê demsalê pir zehmet e ku mirov biçe qada mîtîngê. Dema ku berf dibare rêyên ku diçine qadê têne girtin, dema ku baran dibare dibe herî. Jixwe ev qad nabe qada mîtîngê. Derdora qadê bi qereqolan tije ye. Li gel ku li navenda bajêr gelek qad hebûn jî, nayê qebûlkirin ku ev dever kirine qada mîtîngê. Ên ku wesayit û derfetên wan nebin jixwe nikarin biçin wê qadê. Derdê wan ew e ku gel neyê cem hev. AKP li Colemêrgê li devera ku dixwaze mîtîngê dike, dimeşe. Ew li wir mîtîngê nakin. Ev qad tenê ji bo HDP'ê hatiye diyarkirin. AKP û Waliyê Colemêrgê çi jî bikin gelê Colemêrgê wê dîsa bibêje HDP û li cem partiya xwe be.''