Qada festîvalê ji bo pêşwazîkirinê amade ye

Komîteya Amadekar a 23. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyar kir ku hemû amadekariyên ji bo festîvalê qediyane û bang li her kesî kir ku li dijî êrîş û faşîzma AKP'ê, bi rengên xwe beşdarî festîvalê bibin.

23. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî wê sibe bi şiyara "Bi Rêberê azad re em neteweya demokratîk ava bikin" li bajarê Elmanya Dusseldorfê were lidarxistin. Ji bo festîvala ku hemû amadekarî qediya ye, komîteya amadekar bang li her kesî kir ku li dijî faşîzm û êrîşên AKP'ê bi rengê xwe beşdar bibin.

Tevî çalakiyên çandî wê di festîvalê de mesajên siyasî jî hebin. Bi mesajên îsal re wê destek ji şoreşa Rojava, berxwedana Şengalê û xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê hatine ragihandin re bê dayîn. Festîvala îsal ji aliyê Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya li Ewropayê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) ve tê lidarxistin. Bi serokatiya Hevserok Selahattîn Demîrtaş wê heyetek ji parlamenterên HDP'ê, heyetên ji Rojava û Şengalê û nûnerên ji saziyên çep û demokratîk ên Kurd, Laz, Çerkez, Ermenî, Elewî û Tirkiyeê wê di festîvalê de amade bin.

'LI DIJÎ AKP'Ê DIVÊ EM MESAJA BIRATIYÊ BIDIN'

Komîteya Amadekar a 23. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî daxuyaniyek da ANF'ê û bang li hemû derdorên demokratîk ên li Ewropayê kir, ku sibe beşdarî "Festîvala Gelan' a li bajarê Dusseldorfê bibin. Komîteya Amadekar ragihand ku festîval di demeke dîrokî de pêk tê û got, "Festîvala me îsal di pêvajoyeke ku rewşeke şoreşgerî tê jiyîn, pêk tê. Bi berxwedanên Şengal û Kobanê re têkoşîna me bûye pêşengê şoreşgeriya Rojhilata Navîn. Bi serketinên Kobanê û HDP'ê re paradîgmaya neteweya demokratîk veguherî rizgarî û azadiya bawerî û gelan. Paradîgmaya neteweya demokratîk a piştî Rojava li Tirkiyeyê jî bû rizgariya bawerî û gelan, ji bo her kesî veguherî armanca azadî û hêviyê."

Komîteyê bal kişand ser şer û qewimînên li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Kurdistanê û got, "Têkoşîna azadî, demokrasî û wekheviyê ya ji navenda Kurdistanê, bi pêngavên şoreşgerî ber bi serketina dawî ve diçe. Li hemberî vê pêşveçûna şoreşgerî, di serî de dewleta Tirk û hikûmet AKP'ê hemû paşverûtiya herêmê bi awayekî tifaqî li dijî paradîgmaya biratiya gelan her rêbazên şerê qirêj xistine dewrê û ev yek bi çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê dane meşandin. Li hemberî DAIŞ'ê hêza parastina gelan YPG û YPJ'ê bi lehengî li ber xwe dane, bi hezaran şehîd dane û bûne pêşengê serketinê."

'DIVÊ EM HEVKARIYÊ XURTTIR BIKIN'

Komîteya Amadekar destnîşan kir ku Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê di vê demê de bi roleke girîng rabûne û wiha dewam kir: "Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê, bi fedekariyeke mezin tevkarî li serketinên Şengal, Kobanê û encamên hilbijartinê kirine. Di vê demê de sazî û kesayetên Kurdistanî û Tirkiyeyî hevkariyeke stratejîk afirandine. Bi vê hevkariyê re hêz û enerjiyeke mezin derketiye holê. Pêwîste em vê hevkariyê xurttir bikin. Ji bo tacîdarkirina berxwedana dîrokî ya Şengalê bi serketinê, ji bo ji nû ve avakirina Kobanê û Rojava, ji bo demokratîkirina Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn, wezîfe û berpirsyariyên me zêdetir bûne. Pêwîste em paradîgmaya neteweya demokratîk a ku navê jiyana azad û wekhev a bawerî û hemû nasnameyan e, bi vê festîvalê re bêhtir bixin meriyetê û hevkariya xwe ya stratejîk kûrtir bikin. Ji bo bi azadiya afirînerê aştî û demokrasiyê Serok Apo re em neteweya demokratîk ava bikin, divê bi ruhê seferberiyê em cihê xwe di festîvalê de bigirin."

'BI RUHÊ SERHILDANÊ EM BEŞDARÎ FESTÎVALÊ BIBIN'

Komîteya Amadekar da xuyakirin ku hemû amadekariyên wan qediyane û got, "Hemû amadekariyên teknîkî qediyane. Em sibe li benda gelê xwe ne. Ji ber ku divê festîvala îsal bi ruhekî serhildanê pêk were. Girîng e her kes biherike 'Festîvala Gelan' a ji bo bilindkirina dengê aştî û demomkrasiyê. Bi vî rengî em dikarin bersivê bidin faşîzma AKP'ê û dûvikê wê çeteyên DAIŞ'ê. Ji ber vê yekê divê her kes bi reng û çanda xwe, li cem xwe jî dostek, cîraneke/î Ewropî tevlî festîvalê bike. Em çiqasî zêde bin, em ê ewçend bi xurtî dengê xwe bilind bikin."

'JI BO AZADIYÊ...'

Komîteya Amadekar a Festîvalê bang li Kurd, Tirk, Laz, Çerkez, Ermenî, Asûrî-Suryanî, Elewî û Êzidiyên li Ewropayê dijîn kir û sedemên tevlîbûna li 'Festîvala Gelan' bi vî rengî rave kir:

-Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
-Ji bo dijderketina li faşîzma AKP'ê.
-Ji bo xwedîderketina li Şoreşa Rojava.
-Ji bo bilindkirina daxwaza herêmên xweser li Bakurê Kurdistanê.
-Ji bo di 1'ê Mijdarê de li dijî AKP'ê vîneke xurt were derxistin.
-Ji bo aştî û demokrasiyê.
-Ji bo jiyana gelan a li rewşeke azad û demokratîk.
-Ji bo karker û kedkar di nava mercên hêsan û baş de bixebitin.
-Ji bo qedexeya li ser PKK'ê were rakirin.
-Ji bo li dijî barbarên DAIŞ'ê têkoşîna azadiyê were xurtkirin.
-Ji bo welatekî azad û demokratîk."

HDP WÊ STANDÊ VEKE

Di festîvala îsal de tevî gelek sazî û dezgehan wê kesayet jî amade bin. HDP bi heyetekê beşdarî festîvalê dibe. Heyeta parlamenterên HDP'ê ya bi serokatiya Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş, wê di festîvalê de amade be. Tê payîn ku Demîrtaş di axaftina xwe ya li vir de der barê hilbijartinên pêşwext, bûyer û qewimînên dawî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê de daxuyaniyên girîng bide. Nûnertiya HDP'ê ya Ewropayê jî wê di festîvalê de standeke taybet veke û lez bide xebatên hilbijartinê yên li Ewropayê. Her wiha wê standeke agahîdayînê were vekirin û bi vê yekê re qeyda hilbijêran were kontrolkirin û gel bê agahdarkirin.