PYD Swêdê kongreya xwe ya 5. lidar xist

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a li Swêdê, kongrya xw eya 5. duh li paytexta Swêd Stockholmê, bi beşdariyb isedan kesên ji Rojava û Kurdistaniyan pêk anî.

Kongreyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê dest pê kir û bi du beşan pêk hat.

Di beşa destpêkê ya kongreyê de nûnerên partiyên siyasî û rewşenbîr li ser girîngiya Şoreşa Rojava ji bo Kurdan axivîn. Qisekeran piştgirî dan PYD'ê û gelê Rojava. Di beşa duyemîn de jî xebatên PYD'ê yên li Swêdê hatin nirxandin û plansaziya dema pêş hate diyarkirin.

Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah bi rêya telefonê ji beşdarên kongreyê re axivî û diyar kir, berxwedan ali Rojava xurt dibe û li gelemperiya Kurdistanê belav dibe.

Li ser navê PJAK'ê Gezal Aliyalî peyivî û diyar kir, Tevgera Azadiyê ya Kurd ji tevgereke azadiyê veguheriye tevgereke mirovahiyê û bûye dengê hemû gelên li Rojhilata Navîn.

Aliyalî ragihand, li pişt vê serketinê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye û got, "Em PYD'ê pîroz dikin, ji ber ku li Rojava pêşengiyê ji têkoşîna li dijî DAIŞ'ê dike û gelê Kurd ji êrîşên dijminên Kurdan diparêze."

Nûnerê Buroya Swêdê ya Federasyona Rojava û Bakurê Sûriyeyê Ster Kardoxî destnîşan kir, ku PYD'ê dîrok nivîsandiye û di diyarkirina çarenûsa Sûriyeyê de bi rola diyarker radibe.

Kardoxî anî ziman, PYD'ê di demeke kurt de xwe gihandiye asteke mezin û got, "Em weke gel mezinahiya mijarê baş fêhm nakin û li pişt PYD'ê dimînin. Ermenî, Ereb, Tirkmen û Suryanî hemû di nava PYD'ê de cih digirin. PYD'ê karê ku partiyekê dikarîbû di nava 100 salan de bike, wê di nava salekê de girt. Divê em hîn bêhtir destekê bidin PYD'ê."

Nûnerê YNK'ê yê li Swêdê Samîr Emîn got, ew bi têkoşîna bi biryar a YPG/YPJ'ê û QSD'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê serbilind in û wê piştgiriya xwe ya ji bo Rojava bidomînin.

Di kongreyê de Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Hamît Bîten, li ser navê KNK'ê Karvan Saîd û Serokê rêxistina mafên mirovan a li dijî qirkirinê Kurdîcîde Watch CHAK Azad Heydarî, rewşenbîrên Kurd Saddedîn Melle û Kurdo Baskêı aivîn.

Her wiha partî û rêxistinên Asûrî-Suryanî û Keldanî jî peyam dan.

Di beşa duyemîn a kongreyê de karê salekê hate nirxandin. Di kongreyê de hat ragihandin, bi hikumeta Swêdê, wezaretan û partiyên siyasî re têkilî hene, lê belê têrker nînin û divê bên xurtkirin.

Di kongreyê de biryar hate dayîn ku PYD rêxistinbûna xwe ya li Swêdê ji 3 herêman bike 5 herêm.


Piştî nîqaş û wergirtina biryaran, rêveberiya ji 7 kesan hate hilbijartin.

Kongre bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" qediya.