BI DÎMEN

Projeya herî mezin parastina jinên Suryan e

Endama Yekîtiya Jinên Suryan Îlham Matle da zanîn ku jinên Suryan dikarin cihê xwe di nava hemû qadên civakê de bigire got: ‘’Em dixwazin ku projeyên xwe zêde bikin û bi taybet jî projeyên parastina jinan.’’

Dewleta Osmaniyan  di Şerê Cîhanê yê 1’yemîn de li dijî gelên Ermen, Suryan, Aşûr û Keldan komkujiyên pir mezin pêk anî. Li gorî lêkolîn û daneyên cîhanî milyon û nîv xiristiyan hatine qetilkirin û bi sed hezaran jî hatine koçberkirin. Osmaniyan ji bo ku sinorê xwe berfirehtir bikin û demografiya herêmê biguherîne bi hinceta ol û ewlehiya netewî ev komkujî pêk anîn.

DI 1’Ê COTMEHA 2013’YAN DE YEKÎTIYA JINÊN SÛRYAN AVA BÛ

Tevî van êrîş û dorpêçên li ser wan jî ew  neketin û serî netewandin. Di sala 1995’an gelê Suryan yên Ewropa daketin çiyayan û li wir dêlindêza xwe dan destpêkirin. Heya sala 1999’an pêwîstiya Suryaniyan bi hêzeke parastinê çêbû. Suryanên ku li Sûriyeyê bi awayekî veşarti xwe birexistin dikirin. Şoreşa Rojava ku ji bo gelan bû çarenûs, ji gelê Suryan re bû deriyeke mezin. Di 1’ê Cotmeha 2013’yan de li bajarê Dêrikê konferansek hate lidarxistin. Jinên Suryan ji bo ku di nav qadên leşkerî de cihê xwe bigirin, di wê konferansê de Yekîtiya Jinên Suryan ava kirin.

SAZIYA PARASTINÊ Û AKADEMÎ

Ji bo xweparastina jinên Suryan, bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Suryan di 30’ê Tebaxa 2015’an de li Hesekê û Çilaxa akademiyên girêdayê Meclisa Bet Nahren hatin avakirin. Jixwe wê salê Hêzên Bet Nahren a Jinên Suryan jî hate avakirin. Her wiha heta vê demê jî hêzên leşkerî yên Suryaniyan yek hêz bû. Lê belê di sala 2015’an de Hêzên Sotoro hate avakirin û di destpêka sala 2016’an de jî hêzên xwe yên ewlehiyê birêxistin kirin. Niha jî du saziyên ewlehiyê û du jî akademiyên leşkerî yên jinên Suryan hene ku girêdayî Meclisa Bet Nahren a li bajarê Dêrik û Hesekê ne. Têkildarî van mijaran Endama Yekîtiya Jinên Suryan Îlham Matle nirxandinên xwe anîn ziman û ji ajansa me ANF’ê re axivî.

PERGALA HEVSEROKATIYÊ

Endama Yekîtiya Jinên Suryan Îlham Matle da zanîn ku jinên Suryan xwedî çand û kevneşopiyeke pir kevnar in û wiha dest bi axaftina xwe kir: ‘’Jinên Suryan xwediyê gelek kevneşopiyên dêrin in û dikarin di hemû qadên civakê de cihê xwe bigirin. Têkildarî vê yekê gelek projeyên cûr bi cûr hatin pêşxistin. Jinên Suryan bi gelek zehmetî û êşkenceyan re rû bi rû mane. Lê belê piştî Şoreşa Rojava me xwe bi disiplîn kir. Ya ku herî zêde  em pê bandor bûne, sîstema Rêveberiya Xweser a hevserokatiyê ye. Me xwest ku em di hemû qadên civakê de cihê xwe bigirin û ji gelan re bidin zanîn ku vîna jinên Suryan jî nehatiye şikandin û wê hîn bêhtir xwe pêş bixe.”

PÊŞXISTINA ABORÎYA JINAN

Îlham Matle di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku Yekîtiya Jinên Suryan bi gelek armancan hatiye avakirin û ev yek anîn ziman: “Ev hemû proje ji bo pêşxistina aboriya jinan e. Di heman demê di nav van projeyên Yekîtiya Jinên Suryan de li Hesekê, Qamişlo û Çilaxa ji bo fêrkirina zarokan Baxçeyên Xwendinê hatin vekirin. Her wiha me gelek saziyên din ên civakî yên weke Meclisa Malbatên Şehîdan, Ciwanên Suryan û hwd. hene.’’

JIN DIKARIN CIHÊ XWE DI HEMÛ QADAN DE BIGIRIN

Îlham Matle di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi pêşengtiya Meclisa Bet Nahren, Yekîtiya Jinên Suryan li Sûriyeyê hate avakirin û di van projeyên de ku ji bo jinên ciwan tên lidarxistin xwedî roleke mezin e û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Divê destê me yek be. Em dikarin di hemû qadên civakê de cih bigirin. Bila jin hemû xwe pêş bixin û di hemû xebatan de cihê xwe bigirin. Weke jinên Suryan hêviya me ew e ku em projeyên xwe zêdetir bikin, bi taybet jî di warê parastinê de.”