Polîsên Tirk li Êlihê gelek kes destgîr kirin

Li Êlihê gel xwest ku daxuyaniyê bide polîsan êrîş anî û gelek kes destgîr kirin.

Dayikên Aştiyê xwestin li Êlihê daxuyanî bidin çapemeniyê. Polîsan Tirk weke hovan êrîş anîn ser çalakiyê û hevşaredarên Êlihê û Hevseroka HDP’a Êlihê jî di nav de gelek kes bi îşkenceyê destgîr kirin.
 
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Êlihê xwestin têkildarî qetilkirina Denîz Poyraz li ber Navenda Kar a Nasiroglû daxuyanî bidin çapemeniyê. Polîsan dayikan dorpêç kir û êrîş anîn. Polîsên Tirk êşkence li gel û rêveberên HDP'ê kirin, li parlamenterê HDP'ê Ruştû Tiryakî û Necdet Îpekyuz dan.
 
Her wiha polîsan bi awayek tund îşkence li Hevşaredarê Êlihê Dr. Mehmet Demîr jî kirin. Polîsan Demîr avêtin erdê, destê wî kelemçe kirin û lêdan. 
 
Di êrîşa polîsan de Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz yên qeyûm danîne şûna wan, Hevseroka HDP’a Êlihê Fatma Ablay, Berdevka TJA’yê ya Êlihê Gulistan Sonuk jî di nav de de gelek kes bi erdê re kaşkirin û destgîrkirin kirin û birin Miduriyeta Polîsan.