Polîsên Tirk bi ser Şûbeya ÎHD'ê ya Amedê de girtin

Polîsên Tirk bi ser Şûbeya Amedê ya ÎHD'ê de girtin. Polîsan avahiya saziyê dorpêç kirin û nav saziyê seh dikin.

Berê sibehê polîsên Tirk bi ser avahiya li navçeya Yenîşehîrê ya Şûbeya Amedê ya ÎHD'ê (Komeleya Mafê Mirovan) de girtin. Polîsan dora avahiyê dorpêç kirin û nav avahiyê seh dikin.

Diyar bû hinceta lêpirsînê ya derheqê Enamdê Desteya Rêveber  a Şûbeya ÎHD'ê ya Amedê Ferhat Berkpinar, bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê polîsan bi ser saziyê de girtiye.

Parêzerên ÎHD'ê hatin komeleyê, li avahiyê sehkirin û dorpêça polîsan didome.