Polîsê ku Mîraç Mîroglû kuştibû, hate berdan

Polîsê ku bi wesayîta zirxî zarokê bi navê Mîraç Mîroglû (7) kuştibû, piştî ku îfadeya xwe da, hate berdan.

Li Taxa Tûrgût Ozal a Hezexa Şirnexê di 3’ê Îlonê wesayîta zirxî ya polîsan pê li zarokê bi navê Mîraç Mîroglû (7) yê li ber mala xwe bisiklet diajot kiribû. Îfadeya polîsê ajovan piştî rojan hate stendin.

Hate ragihandin Dozgeriya Komarê ya Hezexê lêpirsîn bi navê ‘Qezaya trafîkê ku mirov tê de mirine’ daye destpêkirin.

Polîsê Tirk piştî 3 rojan ji bo îfadedayînê anîn dadgehê û polîsê ajovan piştî îfadeyê hate berdan.

Ji bo ku rêjeya qisûrê were diyarkirin dosya şandin Daîreya Îxtîsasa Trafîkê ya Saziya Tipa Edlî. 

Dozger hê malbata îfadeya malbata Mîraç Mîroglû nestendiye. Tê payîn ku wê malbat di rojên pêş de îfadeyê bidin.