Polîsan li Wanê ji ber daxuyaniya 1’ê Gulanê dora avahiya DÎSK’ê girt

Li Wanê beriya daxuyaniya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran, polîsan dora avahiya DÎSK’ê girt û destûrê nade ku kes ji avahiyê derkeve.

Li Wanê KESK, DÎSK, TTB Û TMMOB’ê ji bo 1’ê Gulanê Cejna Karkeran xwest li Parka Mûsa Anter daxuyaniyê bide. Kedkar beriya daxuyaniyê li avahiya DÎSK’ê kom bûn û dema ku xwestin bimeşin Parka Mûsa Anter, polîsan li ber avahiyê pêşiya wan girt.

Polîsan nehişt ku kes ji avahiyê derkeve û biryara qedexeyê ya walîtiyê wekî hincet nîşan da.

Ji ber astengkirinê di navbera kedkar û polîsan de nîqaş didome.