Polîsan ‘li ser piyan mayîn’ qedexe kir, Şenyaşar bi zorê rakirin nexweşxaneyê

Emîne Şenyaşar a li Rihayê ji bo xizmên xwe yên hatî qetilkirin di nobedê de bû, ji ber qedexeya polîsan rewşa wê xirab bû, bi zorê rakirin nexweşxaneyê.

Nobeda lêgerîna "Edaletê" ya Emîne Şenyaşar ku 2 kurên wê û hevjînê wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hat qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê birîndar xelas bû, di roja 106'emîn de berdewam dike. Ji aliyê polisan ve derbarê malbatê ku tevahiya nobetê hat astengkirin de "biryarên" nû hatin girtin.

Beriya niha bi daxwaza hevdîtina bi dozgerê dozê re malbatê gelek caran daxwazname da. Îro jî dîsa ji bo ku daxwazname bide ket avahiya edliyeyê. Ji ber ku bersiva daxwaznameyê nehat dayîn Malbata Şenyaşar, got ku muxatab nabînin û bertek nîşanî rewşa ku dijîn da û bi dovîzên "edalet" li pêpûlaka avahiya edliyeyê dest bi rûniştinê kirin. Piştî ku lorîk û zêmarên Emîne Şenyaşar li avahiya edliyeyê olan dan, polîsan li hewşa edliyeyê runiştin û sekna li ser piya qedexe kir. Rexmî qedexeyê jî malbat sekna xwe ya li vir didomîne. Polîsan gef binçavkirinê li rojnameger û welatiyan xwar.

Li ser astengkirina polisan Emîne Şenyaşar, got ku êdî dilê wê bêedaletiyê tehemûl nake û rewşa wê nebaş bû û ket erdê. Ambûlansa ku hat cihê bûyerê mudaxaleyî Şenyaşar kir. Rexmî ku Şenyaşar red kir jî polîsan bi zorê wê revandin û birin Nexweşxaneya Mehmet Akîf Ersoy. Parêzerê malabtê Gokhan Dayik, got ku ji ber mudaxaleya polîsan li cihê bûyerê tansiyona Emîne Şenyaşar rabûye. Parêzer Dayik, got ku Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ne erênî ne jî neyînî bersiv nade daxwaznameyên Malbata Şenyaşar.

Hat hînbûn ku tansiyon û şekirê Emîne Şenyaşar rabûne û bijîjkan bi dermanan mudaxaleyî wê kirine.

Amîrê polîsan ku hat ber avahiya Şenyaşar lê rûdinê, gef li nûçegihanê MA yê li derveyî hewşa edliyeyê xwar û jê re ev tişt got: "Li holê xebateke rojnamegeriyê tune ye, dûr biçe, heke ez bibînim tu dîmenan bikişînî ez ê te destgîr bikim." Polîsan dema ku Emîne Şenyaşar rewşa giran bû jî nûçegihanê MA asteng kirin. Rexmî ku li derveyî hewşa edliyeyê jî polîsan milê nûçgegîhanê tewandin û hewl dan telefona wî desteser bikin. Herî dawî polîsan nûçegîhanê MA ku nêzîkatiya xerab lê kirin derxistin derveyî bloqên betonê yên li pêşiya edliyeyê.