Polîsan li Dersimê bi ser malan de girt: 4 kes hatin destgîrkirin

Li Dersimê di operasyona qirkirina siyasî ya dewleta Tirk a dagirker de rêveberên HDP û DAD’ê hatin destgîrkirin.

Li Dersimê serê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt.

Di serdegirtinê de endamê Meclîsa Partiyê  ya Partiya Demokratîk a Gelan û heman demê namzetê hevşaredariya Dersimê ya hilbijartinên xwecihî ya 31’ê Adarê Nûrşat Yeşîl û ji rêveberên Navenda Giştî ya Komeleya Elewî ya Demokratîk (DAD) Dûrsûn Demîrtaş û Selamî Erdem û Laşker Mesût hatin destgîrkirin.

Li aliyê din polîsan bi ser mala ekolojîst Meral Yildiz a li Desimê de jî girtin.