Polîsan girtin ser şaredariya Giyadînê ya HDP’ê
Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de polîsan Hevşaredara Giyadînê Betul Yaşar destgîr kir. Polîsan girtin ser avahiya şaredariyê jî.
Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de polîsan Hevşaredara Giyadînê Betul Yaşar destgîr kir. Polîsan girtin ser avahiya şaredariyê jî.
Polîsan girtin ser mala Hevşaredara Giyadînê ya HDP’ê Betul Yaşar. Yaşar hate destgîrkirin û ew birin Gerînendetiya Emniyetê ya Navçeyê.
Hate diyarkirin ku kesên bi navê Mesût Arslan û Mûstafa Alparslan jî hatine destgîrkirin.
Parlementerê HDP’ê yê Agiriyê Abdullah Koç diyar kir ku polîsan deriyê şaredariyê şikandine, dora avahiyê girtine û nahêlin kes têkeve avahiyê.