Polîs û Nehtorvanan li Êlihê li zarokekî 15 salî xistin

Li Êlihê polîs û nehtorvanan êşkence li zarokekî 15 salî kirin. Şêniyên ku êşkence dîtin dîmenê vê hovîtiyê kişandin.

Li taxa Cûdî ya Êlihê, bi îdîaya ku qedexeya ji ber vîrûsa koronayê binpê kiriye doh êvarê li Parka Salîh Ozdemîr polîsan û nehtorvanan li zarokekî 15 salî xistin. Şêniyên herêmê bi telefonê dîmenê vê êşkenceya polîs û nohtervanan kişand.

Polîs û nohtervanan her wiha heqaret li mirovên derdorê kirin û gule li hewayê reşandin.

Zarokê ku êşkence lê kirin jî piştre birin Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê.