Platforma Ked û Demokrasî: Xebatên sendikayê ne sûc e

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi dirûşma “Xebatên sendikayî ne sûc e” û ‘Ji bo Gulhan Tekîn azadî’ daxuyaniyek dan û gotin: "Em careke din diyar dikin ku çalakiyên sendîkayî ne sûc e."

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi dirûşma “Xebatên sendikayî ne sûc e” û ‘Ji bo Gulhan Tekîn azadî’ li Parka Hazal a semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîra Amedê  daxuyaniyek dan. Pêkhateyên platformê beşdarî daxuyaniyê bûn. bûn û pankarta "Xebatên sendikayî ne sûc e” vekirin. Girseyî gelek caran dirûşmeyên “Zextên we me têk nabin” , “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Bijî berxwedana kedkaran” berz kirin.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Şaxa Amedê Yildiz Ok Orak ve hate xwendin.

Yildiz diyar kir ku polîtîkayên AKP û MHP’ê ya yekprestî civakê her diçe aloztir dike û wiha axivî: “AKP a ku 19 sal in li ser desthilatdariyê ye, her kesên mîna weke xwe nafikire terorîst îlan dike û weke dijmin nêzî wan dibe.

Hewldanên çavtirsandin, binçavkirin û cezakirina mûxalîfên ku mîna wî nafikirin bi krîmînalîze dike. AKP û MHP’ê ya ku di demên dawî de bi wan krîmînalîzekirinan re hewl da temenê xwe li ser desthilatdariyê dirêj bike û niha jî berjewendiyên wan li hev nakin.  Berpirsyariya krîza siyasî û aborî ya ku her roj kûr dibe dixe ser milê kedkar û gel.

Em careke din dibêjin; Em ê tu carî ji cihê ku em lê sekinîn e bi gavekê jî bi paş ve venegerin. Em daxwaz dikin ku Hevala me ya Gulhan a ku bi awayekî neheqî, bêhiqûqî û bê delîl hatiye girtin di 11'ê çileya ango sibê danişîna wê heye. Em bi hêvîne ku bê berdan. Em careke din diyar dikin ku çalakiyên sendîkayî ne sûc e.”