Platforma Hewram êrîşa Iraq a li ser YBŞ’ê şermezar kir

Platformî Hewram têkildarî êrîşa komên ser bi hikûmeta Iraq a li ser hêzên Şengalê YBŞ’ê şermezar kir û êrîş metirsîdar pênase kir û hişyariya planekî nû ya komkujiyê ya li ser Êzidiyan da.

Platforma Hawramî bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa koma ser bi hikûmeta Iraqê ya li ser Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ) a Şengalê şermezar kir.

Platformê anî ziman di nava van çend salên dawî de di bin navên cuda de rejîma Iraq û artêşa Tirk êrîşî li ser Kurdan û bi taybet civaka Êzidî dikin.

Platformê bibîr xist ku êdî bila her kes bizane ku gelê wan bi ti awayî desthilatdarî, komkujî, zextên ti destehilatekê napejirînin. Kî dibe bila bibe li dijî Kurdan rabe wê bersiva pêwîst ê dayîn. Platformê got: “Her hêzekî Kurdî yan herêmî palpiştiya dagirkeriyê bike wê bersiva pêwîst bidin. Hêzên YBŞ’ê ji keç û xortên civaka Êzidî pêk hatiye û piştî farmana 2014’an ji bo carekî din komkujî pêk neyên hatiye avakirin. Ev êrîş êrîşa li ser YBŞ’ê metirsiyê li ser vîna civaka Êzidî çêdike û planekî nû ya komkujiya li ser Êzidiyan ne.”

Herî dawî platformê bang li her kesê çi li welat çi ji li derveyî welat kir ku divê li dijî êrîşên li ser civaka Êzidî bibin xwedî helwest û dengê xwe li dijî hikûmeta Iraqê bilind bikin. Platformê bang li ciwanan kir ku tevlî nava refên YBŞ’ê jî bibin.