Platforma Şaxên KESK’ê ya Amedê çû serdana Nobeta Edaletê

Platforma Şaxên KESK’ê ya Amedê çû serdana Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan.

Nobeta Edaletê ya ku xizmên girtiyan ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku divê ben bêrdan dabûn destpêkirin di roja 82’emîn de didome. Platforma Şaxên KESK’ê ya Amedê îro çû serdana Nobeta Edaletê û piştgirî da malbatan.

Sekreterê Giştî yê Egîtîm-Sen’ê Îkram Atabay diyar kir malbat ji bo zarokên xwe edaletê dixwazin û got “Rewşa girtiyên nexweş roj bi roj giran dibe. Ji bo vî tiştî tu gav nayê avêtin û ev tişt bi xwe bêhiqûqtî ye. Em hêvîdar in dengê we were bihîstin. Vê helwesta we ji me re bû hêvî.”

Reşahat Ada ya ku xwişka girtiyê bi navê Abdulselam Ada ye di Nobeta Edaletê de axivî û got “Di telefonê de dengê birayê min xweş nedihat. Li girtîgehan zext didome. Girtî nayên tedawîkirin. Dema ku wan dibin nexweşxaneyê jî bi rojan li karantînayê dihêlin. Em naxwazin li girtîgehan kes bimirin.”

Încî Guler a ku ew jî xizma girtiyan e got “Hin girtî hene ku 30 sal in di girtîgehê de ne, ligel ku cezayê wan qediyaye jî nayên berdan. Girtiyên nexweş jî nayên berdan, tekane sedem jî ev e ku Kurd in.”