'PKK wijdanê gelan e, divê tavilê ji lîsteya terorê bê derxistin'

Niyaz Hamîd diyar kir ku hebûna PKK’ê ya li lîsteya ‘terorê’ li gorî berjewendiyên dewlet-netewe û sîstema kapitalîst e û got: "Mayîna PKK’ê ya di lîsteyê de tê wateya pêşîgirtina li projeya çareseriyê ya PKK’ê ku ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê daniye."

Şîrovekarê siyasî yê Rojhilata Navîn ê ji Başûrê Kurdistanê Niyaz Hamîd bal kişand ser girîngiya derxistina PKK’ê ya ji lîsteya terorê û got: “PKK xwedî astekî siyasî, îdeolojî û teorî ye. PKK kombûna hemû ew felsefeya dîrokî ya ji kokê heta roja îro hatiye. PKK wijdanê gel e. Bi taybetî wijdana gelê Kurd e piştî sed salî şerê cîhanê yê yekem ku li ser çar dewlet-neteweyên dagirker hatiye parçekirine."

Hamîd diyar kir ku PKK li ser berjewendiyên Emerîka û Yekîtiya Ewropayê ti car nebûye asteng, tavil divê ji lîsteya terorê bê derxistin.

Şîrovekarê siyasî yê Rojhilata Navîn ê ji Başûrê Kurdistanê Niyaz Hamîd anî ziman ku hiştina PKK’ê ya di lîsteya terorê de tê wateya domandin alozî û pirsgirêkên li herêmê; mayîdekirina terorîzê, komkuî û dagirkirina Kurdistanê û herêmê ye.”

Di demekê de ku kapanyaya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê di rojeva Kurd û Kurdistaniyên di serî de li Ewropa, Kurdistan û cîhanê ye, rewşenbîr û siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê jî bang dikin ku PKK ji lîsteya terorê bê derxistin. Her di vê çarçoveyê de Pisporê siyaset û Rojhilata Navîn ê ji Başûrê Kurdistanê Niyaz Hamîd ji ANF’ê re nirxandin kir.

‘PKK JI BO HERÊMÊ, ROJHILATA NAVÎN Û HETA CÎHANÊ PROJEYA ÇARESERIYÊ HEYE’

Hamîd destnîşan kir ku mijdara derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê mijareke girîng e, ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû Rojhilata Navîn xwedî girîngî ye. Hamîd qala Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kir û wiha domand: “PKK êdî ne tenê tevger û partiyeke, bûye projeyek li Rojhilata Navîn û cîhanê. PKK xwedî projeyeke çareseriyê ye ji bo hemû ew alozî û pirsgirêkên netewe-dewlet û sîstema kapitalîzmê derxistî. PKK rêbaz û felsef e ye, çareserî ye. PKK di warê pratîkî de nîşan daye ku li Rojavayê Kurdistanê hemû pêkhate dikarin bi hev re bijîn. PKK bi konfederalîzma demokratîk, rêyeke çareseriyê ji bo hemû cîhan diyar kiriye.”

‘MAYÎN PKK’Ê DI LÎSTEYA TERORÊ DE ASTENGIYA MEZIN A PÊŞIYA ÇARESERIYÊ YE’

Şîrovekarê siyasî yê Rojhilata Navîn ê ji Başûrê Kurdistanê Niyaz Hamîd bal kişand ser mayîna PKK’ê ya di lîsteya terorê û metirsiyên bi xwe re tîne û got: “Mayîna PKK a li lîsteya terorê tê wateya hebûna alozî û pirsgirêkan e. Alozî derxistin û domandina ne aramiya li herêmê ye. PKK xwedî astekî siyasî, îdeolojî û teorî ye. PKK kombûna hemû ew felsefeya dîrokî ya ji kokê hata roja îro hatiye. PKK wijdana gel e. Bi taybetî wijdana gelê Kurd e piştî sed salî şerê cîhanê yê yekem ku li ser çar dewlet-neteweyên dagirker hatiye parçekirine. 

Mayîna PKK’ê ya li lîsteya terorê ya Ewopa û Emerîka mezintirîn astengiye pêşiya aştiya herêmî û dîsa asta Rojhilata Navîn heta cîhanî jî. PKK ti car li pêşiya berjewendiyên Emerîka û Yekîtiya Ewropayê ne bûye asteng. Ji bo wê hiştina PKK’ê li lîsteya terorê di çarçoveya berjewendiyên cihana sermayedar ya dewlet-netewe de ye.”

‘TAVILÊ PKK’Ê JI LÎSTEYA TERORÊ DERXÎNIN’

Şîrovekarê siyasî yê Rojhilata Navîn ê ji Başûrê Kurdistanê Niyaz Hamîd wiha nirxand: “Hiştina PKK’ê li lîsteya terorê mayîndekirina faşîzmê ye, domandina komkujî û dagirkirina Kurdistanê û herêmê ye. Hiştina PKK’ê li lîsteya terorê pêşiya projeya çareseriya wê digire ye. Tavilê deildest divê dawî li nêzîkatiyê bîne û PKK ji lîsteya terorê bê derxistin. Eger Emerîka û Yekîtiya Ewropa dixwaze li ser aramiya herêmê bisekine, divê ne li gorî dewlet-netewe Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraq ên tevnegere. Ji bo wê pêwîst e Emerîka û Yekîtiya Ewropa PKK’ê ji lîsteya terorê derbixîne.”

‘MAYÎNA PKK’Ê YA LI LÎSTA TERORÊ NE LI GORÎ PÎVANÊN ÇARENÛSA MAFÊ GELAN E’

Herî dawî Hamîd diyar kir ku mayîna PKK’ê ya li lîsteya terorê ne li gorî pîvanên mafê mirovan e û got: “Em hemû jî dizanin danîna PKK’ê ya li lîsteya terorê ne li gorî pîvanên mafê mirovan e. Ne li gorî pîvanê çarenûsa mafê gelan e. Tenê ji bo berjewendiyên taybet ên dewlet-netewane. Ji bo wê pêwîste ev fîgûra bihêz a li Rojhilata Navîn ku PKK nûnertiya wê dike, nûnerê 60 milyon dike, divê tavilê demildest ji lîsteya terorê bê derxistin.”