PKK: Têkoşîna li dijî komployê di asta cîhanî de divê bê xurtkirin

Komîteya Rêveber a PKK'ê komploya 15'ê Sibatê û zîhniyeta wê ya qirker şermezar kir û got, "Li dijî êrişên komploger ên cîhanî, divê têkoşîna demokrasiyê ya cîhanî hîn bêhtir bê mezinkirin."

Komîteya Rêveber a PKK'ê, ji ber salvegera 23'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an ku di encamê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl hate girtin, daxuyaniyek weşand.

'KOMPLO WÊ BI TEMAMÎ BÊ TÊKBIRIN'

Daxuyaniya ku li ser malpera înternetê ya PKK'ê hate weşandin wiha ye:

"Li dijî êrişa komployî ya cîhanî, berxwedana azadî û demokrasiyê jî divê di asta cîhanî de be. Ji xwe pêngava me ya 'Dem dema azadiyê ye' ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate destpêkirin, di asta cîhanî de dewam dike. Eşkere ye ku ev rewş wê di sala 24'an de hîn bi pêş ve biçe. Bi vê wesîleyê, em her kesên ku li çar aliyên cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têdikoşin silav dikin û bang li şoreşger û dostên xwe yên demokratîk hemûyan dikin ku li ser vê bingehê têkoşîna me ya demokrasiyê ya hevpar a cîhanî xurtir bikin!

23 sal derbas bûn ku Rêber Abdullah Ocalan bi rêbazên komployî ji Kenyayê hate revandin û birin Tirkiyeyê. Komploya 15'ê Sibatê ku bi serkêşiya DYE'yê êrişa sîstema modernîteya kapîtalîst a cîhanî ya ji bo tunekirina hebûna Kurdê azad e, dikeve sala 24'an. Em; gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê 23 sal in li dijî êrişa komployê li ser bingeha dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' bi lehengî li ber xwe didin. Li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, em hîn bi rêxistinî û amadebûyî dest bi sala 24'an a têkoşîna li dijî komployê dikin. Me heta niha gelek caran êrişên komployê pûç kirin û têk birin. Niha jî em dixwazin di sala 24'an a têkoşînê de komployê bi temamî têk bibin.

Li ser bingeha vê yekê, beriya her tiştî êrişa komploya navneteweyî ku li dijî mirovahiyê ye û siyaset û zîhniyeta qirkirina Kurdan a ku bû sedema vê yekê lenet dikin. Li dijî komploya navneteweyî û sîstema wê ya tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê, Rêber Abdullah Ocalan 23 sal in bi berxwedaneke awarte zîhniyet û siyaseta komploger têk dibe. Em vê berxwedana Rêber Abdullah Ocalan bi rêzdarî silav dikin. Şehîdên xwe yên leheng ên bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin li dora Rêber Apo bûn xelekek ji agir û xwedî lê derketin, ew parastin, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Bi navê tevgerê û gel dibêjin, ku di sala 24'an a dijî komployê de em ê li ser heman xeta fedayî hîn bi xurtî li ber xwe bidin û komployê bi temamî têk bibin.

SÎSTEMA TECRÎD Û ÊŞKENCEYÊ YA ÎMRALIYÊ

Weke ku tê zanîn, êrişa komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 9'ê Cotmeha 1998'an dest pê kir û li ser vê bingehê ji bo îmhakirina Rêber Apo hate meşandin. Tevî ku gelek rê û rêbaz hatin bikaranîn jî nekarîn vê yekê bikin, lewma 15'ê Sibata 1999'an ji Kenyayê revandin Tirkiyeyê û bi vî rengî xwestin îdam bikin. Ji ber ku nekarîn vê jî bikin, vê carê xwestin di nava sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê de birizînin û ji aliyê îdeolojîk-siyasî ve têk bibin. Ev yek jî ji wan nehat, lewma xeta provokatîf-tasfiyekar xistin meriyetê û hewl dan PKK'ê ji hundir ve parçe bikin û Rêber Apo bêrêxistin bihêlin. Her wiha bi gelek fen û lîstikên mîna 'hevdîtinên Îmraliyê' xwestin komployê bi ser bixînin. Ji ber ku ev planên êrişê hemû hatin pûçkirin û têkbirin, niha jî bi êşkence û tecrîda girankirî hewl didin tolê hilînin. Komploya navneteweyî bi êşkence û tecrîda girankirî ya li Îmraliyê, bi nêzîkatiya 'rêxistina terorê' ya li PKK'ê tê kirin, bi zext, zilm, komkujî û qirkeriya li ser gelê Kurd dewam dike.

Komploya navneteweyî ku li dijî Rêber Apo û di şexsê wî de li dijî gelê Kurd êrişa ji bo tunekirina hebûn û azadiyê ye, ji aliyê rêveberiyên DYE'yê ve biryar li ser hate danîn, hate plankirin û bicihanîn. Êrişa komployê ya navborî 24 sal in dewam dike û DYE di serî de ji Îsraîl û Îngilistanê, ji gelek dewletên mîna Misir, Fransa, Elmanya, Rûsya, Yewnanistan û Kenyayê piştgiriya pêwîst werdigire. EŞkere ye ku êrişa komployê ya navneteweyî xwe dispêre qirkirina Kurdan, bi vê armancê tê kirin û li ser vê bingehê êrişa hevpar a sîstema dewlet û desthilatdariyê ya cîhanî ye. Ev hevkariya êrişê ya cîhanî ku dewleta Tirk weke gardiyan bi kar tîne, sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê li ser piyan dihêle. Divê em gel û tevger, dostên gelê Kurd vê rastiyê baş zanibin û ti carî ji bîr nekin. Têkoşîna li dijî komployê jî bi vê têgihiştinê, bi hesabpirsîna ji hêzên komploger divê bê meşandin û bi vî rengî bê biserxistin.

NE ÇARESERIYA LI NAVA SÎSTEMÊ, LÊ TÊKOŞÎNA TÊKBIRINA SÎSTEMÊ

Li dijî kompoyê, helwest û berxwedana Rêber Apo, tevgera me ya azadiyê, gelê me yê welatparêz û dostên me yên demokratîk bi pêş ket û 24 sal in komplo bi dehan caran hate pûçkirin. Li ser vê bingehê êrişa îmhayê hate têkbirin, pêşî li îdamê hate girtin, polîtîkaya rizandinê ya li Îmraliyê hate pûçkirin, êrişên provokatîf-tasfiyekar li bin hatin xistin, dek û dolab hatin xerakirin. Li dijî êrişên tolhildanê yên dawî ku li ser bingeha 'Plana çalakiyê ya têkbirinê' hatin meşandin, di serî de li Îmraliyê li her qadê berxwedaneke bi lehengî tê meşandin û êrişkariya komplogerî li pêşberî rastiya Apoyî çokê datîne. Di têkoşîna 24 salan a dijî komployê de ev rastî hîn bêhtir eşkere bûye.

Weke ku tê zanîn li dijî êrişên komployê ya navneteweyî, Rêber Apo bi afirandina şoreşa herî bi wate û mezin a zîhniyet û wijdanê bersiv da, li dijî komployê têkoşîn bi vî rengî bi ser xist. Bi pêkanîna Bûyîna Rêbertî ya Sêyemîn re, ji aliyê zîhniyet, rêbaza jiyanê û sîstemê ve ji komployê bihurî, li dijî komployê teorî, îdeolojîk, bername, stratejî û rêbaza têkoşînê destnîşan kir. Ne lihevkirina bi komployê re, lê belê rêya têkoşîna li dijî komployê hilbijart. Li şûna lêgerîna li çareseriyên nava sîstemê ku tê wateya teslîmbûna li zîhniyet û siyaseta komploger, li nava sîstemê li dijî sîstemê têkoşiya, sîstema komploger têk bir û afirandina sîstema jiyana demokratîk û azad a nû danî ber xwe. Bi kurtasî komplo di destpêkê de di dil û mejî de têk bir, piştre jî li ser vê bingehê dest bi têkoşîna îdeolojîk û pratîkî kir. Di têkoşîna dijî komployê de em ê jî serî li heman rê û rêbazê bidin. Em ê komployê di destpêkê de di dil û mejiyê xwe de têk bibin û li ser vê bingehê dest bi pratîka polîtîk-çalakiyê bikin. Em ê baş zanibin ku bi têkbirina komployê ya di dil û mejiyê xwe de, em ê têkoşîna polîtîk û pratîkî bi ser bixînin û em ê vê bikin.

BANGA ZÊDETIR GEŞKIRINA TÊKOŞÎNA GLOBAL A DEMOKRASIYÊ

Eşkere ye ku komploya navneteweyî di şexsê Rêber Apo de êrişeke cîhanî ya li ser hebûna Kurd ê azad e. Komploya 9'ê Cotmeha 1998'an jî komploya 15'ê Sibata 1999'an jî êrişeke cîhanî ye. Pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê jî ku îro komployê didomîne êrişeke cîhanî ye. Êrîşa komploger li gel Kurdan tesîra xwe li ser gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê dike. Ji ber vê jî li dijî êrîşa komploger a cîhanî divê berxwedana azadî û demokrasiyê jî cîhanî be. Ji xwe pêngava me ya Dem Dema Azadiyê ye, ev pêngava ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo daye ber xwe, dibe xwedî asteke cîhanî. Teqez e ku di sala 24'an de ev rewş wê zêdetir geş bibe. Ji ber vê jî em têkoşînên ku li çar hêlên cîhanê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têne kirin slav dikin û hem jî  bang li hemû dostên xwe yên şoreşger û demokratîk dikin ku bi vê bingehê têkoşîna me ya demokrasiyê ya cîhanî zêdetir geş bikin.

Îro komploya navneteweyî bûye weke kevirê aşê ya ku di stûyê dewleta dewleta Tirk de daliqandî û nikare hilgire. Faşîzma AKP-MHP'ê ji bo ku vî barî hilgirin bê rawest êrîşê bi ser rast û çep de dibe, weke wampîran her roj xwînê dirijîne û komkujiyan dike. Êrişên xwe li ser Kurdên li her deverê geş dike, li ser civaka Tirkiyeyê zexta faşîst, teror û kedxwariyê zêde dike. Ji ber komploya û pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê gelên Tirkiyeyê, kedkar û jin di bin zilmeke giran û kedxwariyê de dijîn. Niha ev rastî zêdetir tê dîtin û li Tirkiyeyê ji vî alî ve roniyek çêdibe û têne cem hev. Ev jî dike ku têkoşîna azadiyê ya Kurd û tevgera demokrasiyê ya Tirkiyeyê zêdetir nêzî hev bibin û têkoşîna hevpar bidin. Bi vê çarçoweyê em bang li hemû hêzên şoreşger û demokratîk ên Tirkiyê, tevgera kedê, rêxistinên jin û ciwanan dikin ku rastiya komploya navnetewî rastir  û têra xwe fêhm bikn û li dijî faşîzma AKP-MHP'ê ku komployê didomînin têkoşînê li her qadê zêdetir geş bikin!

'SALA 24'AN HAZIR E KU SERFIRAZIYA TÊKOŞÎNÊ BIAFIRÎNE'

Pir aşkere ye, di salvegera 23'an de têkoşîna ku li dijî komploya 15'ê Sibatê li her qadê geş dibe hê xurtir, berbelavtir û karîgertir e. Li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat gelê me û dostên me li dijî komployê li ser piyan in. Bi pêşengiya jin û ciwanan kuçe û meydanan têne dagirkirin, diqêrin ku di sala 24'an komplo bi temamî hatiye pûçkirin û ev sal wê bibe sala azadiya fizîkî ya Rêber Apo. Gerîlayên me yên leheng bi bîrewerî û moralê ku salvegera pêşî ya serfiraziya dîrokî ya Garê dayî bi rengekî bêhtir bibiryar û xwe kar kirin be bi sala serfiraziyê ya 24'an ve dimeşin.  Pêşengiya partiya me li ser hîmê civîna salane ya ku kirî, li dijî komployê kar e ku serfiraziya têkoşîna sala 24'an biafirîne. Bi pêşengiya berxwedana dîrokî ya Imraliyê gerîlayên me yên leheng, gelê me û dostên me wê bi rengekî xurtir, bêhtir afirandêr û rêxistinî li ber xwe bidin, têkoşîna sala 24'an bikin berxwedaneke wiha ku komplo hatiye têkbirin û Rêber Apo ji hêla fizîkî ve azad bûye.

Bi vê bingehê em bang li hemû hevrêyên xwe yê partiyê, jin û ciwanan, gelê xwe yên welatparêz û dostên xwe yên demokratîk dikin, ji bo rûspîkirina 'roja reş' û mirovahiyê ji vê rûreşiyê xilas bikin, komploya navnetewî bi rengekî rastir û berfirehtir fêhm bikin, rê û rêbazên têkoşîna li dijî komployê zengîntir bikin, li her qadê çalakiyên li dijî hişmendî û siyaseta komploger geş bikin,  faşîzma AKP-MHP'ê ku cihê herî qels ê komployê ye hilweşînin û komploya navnetewî hilweşînin, azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin!''