‘PKK hêzeke şoreşger e, ne terorîst e’

Partiyên Başûrê Kurdistanê piştgirî didin derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ û dibêjin, “Hebûna navê her tevgereke Kurd a di nav lîsteya terorê de xebata gelê me dixe bin pirsê.”

Hewldanên ji bo derxistina navê PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ li gelek welatên cîhanê dest pê kiriye û niha kampanyaya îmzeyan ya ji bo derxistina navê PKK’ê ji wê lîsteyê li 30 welatan tê rêvebirin û didome.

Li aliyê din jî piştgiriya ji bo kampanyaya îmzeyan her ku diçe zêdetir dibe. Li bajarê Kerkûkê jî partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo vê kampanyayê nîşan didin û dibêjin, “Derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê ji bo pêşveçûna proseya aştiyê bi taybetî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê dibe gavek.”

Beriya niha bi du hefteyan bi pêşengiya kesayetên rewşenbîr, siyasetmedar, çalakvan û parêzer li bajarê Kerkûkê daxwaz hat kirin ku navê PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin û kampanyaya ‘Ji Kurdan re edalet’ li Kerkûkê hat îlankirin û dest bi çalakiyên hate kirin.

‘ŞOREŞÊN KURD NAKEVIN ÇARÇOVEYA TERORÊ’

Endamên Polîtburoya Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan Şiwan Mihemed têkildarê xistina navê PKK’ê di nav ‘lîsteya terorê’ de ji ANF’ê re axivî û got, “Yek ji rêbazên ku dewletên dagirker li hemberî gelê Kurd bi kar tîne ev e ku tevgerên azadîxwaz ên gelê Kurd bi ferasetên weke teror dorpêç dikin. Ji bo hemû welatên cîhanê eşkere ye ku şoreşên Kurdan li her çar beşên Kurdistanê nakevin çarçoveya terorê. Ji ber ku şoreşên gelê Kurd ji bo mafê rewa yên gelekê ku hatî dagirkirin in. Dagirkerên Kurdistanê hemû rêbazên sivîl yên ji bo bi destxistina mafê rewa yên gelê Kurd li ser wê girtiye û Kurd neçar kiriye ku xwe bispêre şoreşa çekdarî.

‘CÎHAN JI BO BERJEWENDIYA XWE BI RENGEKÎ PIR NEBERPIRSIYAR NÊZÎKÊ ŞOREŞA KURDAN DIBIN’

Dewleta Tirk salên dûr û dirêj hewl da şoreşa Bakurê Kurdistanê ya bi pêşengiya PKK’ê bixe nav lîsteya terorê. Li hemberî vê pirsgirêkê welatên hegemonîk ên cîhanê jî bi rengekî pir neberpirsiyarî nêzîkê vê pirsê bûn û ji bo berjewendiya xwe şoreşa azadîxwaz a gelê Kurd xiste lîsteya terorê. Pêwîst e Tirkiye li xwe vegere, ji ber ku nikare rêya hesin û agir ya li dijî gelê Kurd bidomîne. Welatên cîhanê jî pir baş dizanin ku şoreşa Kurdan û şoreşa Bakurê Kurdistanê nakeve çarçoveya terorê. Ji ber ku ev şoreş di şerê li dijî DAÎŞ’ê de gelek şehîd dan. Di şoreşên Kurdan de ti carî dest bi kuştina xelkê sivîl, serkutkarî û komkujiyan nekirine, belku tenê şerê hêzên çekdar ên dewletê kirine ku ew jî mafê rewa yê hemû gelekê ku hatî dagirkirin e.”

‘PKK AŞTÎXWAZ E Û PÊWÎST E HER KES GIRÎNGÎ BIDE KAMPANYAYÊ’

Mihemed di dewama axaftina xwe de îşaret bi kampanyaya ‘Ji Kurdan re edalet’ kir û wiha axaftina xwe domand; “Ev kampanya xebateke sivîl ê pir baş e, di vê baweriyê de ne ku pêwîst e zêdetir girîngî pê bê dayin û ji bo vê zêdetir kar û xebat bên kirin. Ne di vê baweriyê de ne ku kampanyayên bi vî rengî bandorê li ser raya Tirkiyeyê bike, lê bi rêya kampanyayên wiha em dikarin mafên xwe ji raya giştî re ragihînin û dikarin ji cîhanê re bêjin ku em gelekî aştîxwaz in. Mînaka herî baş jî ev e ku PKK’ê heya niha 16 car agirbest ragihandiye û amade bûye ku bi rêya aştiyê pirsgirêkan çareser bike.”

‘DERXISTINA NAVÊ PKK’Ê JI LÎSTEYA TERORÊ JI BO PÊŞVEÇÛNA AŞTIYÊ DIBE GAVEK’

Di dawiyê de Endamê Polîtburoya Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan Şiwan Mihemed bal kişande ser bandora derxistina navê PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ ya li ser pirsgirêka Kurd û wiha pêde çû, “Derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê bandoreke xwe mezin dibe bi taybetî li ser Bakurê Kurdistanê. Her wiha wê rûyê hemû Kurdan bedewtir bike, ji ber ku hebûna navê her tevgereka Kurdî di nav lîsteya terorê de xebatê gelê me dixe bin pirsê. Derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê ji bo pêşveçûna proseya aştî û hevdu fêmkirinê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê dibe gavek. Em hêvî dikin ku Tirkiye bigihîje vê encamê ku li şûna şer û kuştinê hizra diyalogê bike û dest ji hişmendiya dûrxistinê berde û hizra mafê netewa Kurd bike ku zêdetir 20 milyon Kurd li herêmên ku dagir kiriye heye.”

‘GELÊ KURD NEÇAR KIRIN KU ÇEK HILGIRE’

Rêveberê Şaxa Kerkûkê ya Hizbî Şûî ya Kurdistanê Îmad Mihemed jî têkildarê destpêkirina xebatên çekdarî ji aliyê şoreşên Kurdan ji ANF’ê re axivî û diyar kir; “Em wek Kurd neteweyek in ku xaka me hatiye dagirkirin û ji aliyê dewletên hegemonîk ve ji bo berjewendiyên xwe welatê me hatiye perçe perçekirin. Ji bo bi destxistina mafên xwe yên rewa yên netewî yên gelê me û welatê me ku bi darê zorê dabeşê ser welatên din hatiye kirin, pêwîstî pê hebû ku şoreşê bikin. Her wiha neçar kirine ku dest bi xebatê çekdarî bike.”

‘PKK HÊZEKE ŞOREŞGER E, NE TERORÎST E’

Derbarê helwesta Hizbî Şûî ya Kurdistanê ya li hemberî terorîst nasandina PKK’ê jî Îmad Mihemed ragihand, “Her welatê ku navê terorîst li şoreşên Kurdî kiribe, ew welat in ku di çarçoveya berjewendiyên xwe li pirsgirêka Kurd temaşe kiriye. Şoreşên gelê Kurd rewa bûne û wê şoreş û berdêlên gelê Kurd bidome heya ku gelê me digihîje armancên xwe ku ew jî bidestxistina mafên rewa yên neteweya me ne.

PKK ne hêzeke terorîst e. PKK hêzeke şoreşger e ku beşek ji tevgera azadîxwaziya gelê me ye. Avabûna PKK’ê di encama serkutkirina gelê me ji aliyê dewleteke zalim yê ku li dijî gelê me hesin û agir bikar aniye derketiye û dewleta dagirker girtîgehên dewletê tije kiriye ji zarokên gelê Kurd.”

‘BIRÊZ OCALAN Û RÊBERÊ NETEWEYEKÎ BINDEST E’

 Îmad Mihemed di beşek din a axaftinên xwe de wek Hizbî Şûî ya Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo kampanyaya derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê û kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ nîşan da û got, “PKK’ê ji bo sînorekê ji tirsandin û terora dewleta Tirk a li dijî Kurdan pêk tîne re dayne çek hilgirtiye û dest bi xebatê çekdarî kir û şoreş kir. Birêz Ocalan jî kesayetiyeke xwedî karîzma ye û Rêberê neteweyekî bindest e. Em jî piştgiriya xwe ji bo her du kampanyayaên ‘Ji Kurdan re edalet’ û ‘Ji Ocalan re azadî’ nîşan didin. Li şûna ku PKK û Birêz Ocalan di lîsteya terorê de be, pêwîste civaka navnetewî navê şoreşgerî bide wan.”

‘TIRKIYE BERFIREHKIRINA DAGIRKERIYA XWE DIDOMÎNE’

Rêveberê Şaxa Kerkûkê ya Hizbî Şûî ya Kurdistanê Îmad Mihemed bal kişande ser dijbertiya ku dewleta Tirk li hemberî Kurdan li her çar beşên Kurdistanê dike û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Tirkiyê dijbertiya xwe ne veşartiye û bi eşkereyî dijberiya gelê Kurd dike. Em nikarin raste rast dijberiya Tirkiyê bikin lê dikarin sînorekê ji binpêkirinên wê yên li Başûrê Kurdistanê pêk tîne re daynin. Her ku diçe Tirkiye zêdetir dagirkeriyên xwe li Başûrê Kurdistanê berfirehtir dike. Pêwîst e bi rêya diyalogê pirsgirêkan çareser bikin.”