PKK: Gelê Kurd wê bersiva herî xurt bide Komkujiya Parîsê

PKK'ê ji ber salvegera Komkujiya Parîsê daxuyanî da û got, "Gelê Kurd wê dest ji berpirsyarên vê komkujiyê neqere; bi azadkirina Kurdistanê û demokratîkkirina Tirkiyeyê wê bersiva herî xurt bide."

Komîteya Rêveber a PKK'ê bi wesîleya salvegera 9'emîn a Komkujiya Parîsê li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:

"Beriya niha bi 9 salan li Parîsê şoreşgera mezin Sakîne Cansiz (Sara) û hevrê Rojbîn (Fîdan Dogan) û Ronahî (Leyla Şaylemez) hatin qetilkirin. Em hevrêyên xwe yên jin ên şoreşger û bi rêz û minet bi bîr tînin, soza xwe dubare dikin ku di xeta azadiya jinê de Kurdistana Azad ava bikn, ku hesreta wan bû.

Ev komkujî ji aliyê dewleta Tirk a mêtinger qirker ve hate kirin. Kujer Omer Guney endamekî MÎT'ê ye. Yê ku fermana vê komkujiyê da ku li navenda Parîsê hate kirin, hikumeta dewleta Tirk a bi serokwezîrtiya Tayyîp Erdogan e. Biryara komkujiyeke bi vî rengî ya ku dewleta Tirk bixe binê tewanbariyeke giran û bi pêkanînan re rû bi rû bihêle, nepêkan bû ku rêveberiya MÎT'ê bi tena serê xwe bide. Ji xwe navê 22 rêveberên PKK'ê yên 'divê bihata kuştin' beriya çend mehan li çavkaniyên vekirî hatibû eşkerekirin.

Hevrê Sara ji ber ku yek ji damezrînerên PKK'ê û tevgera azadiyê ya jinê bû, ew kirin hedef. Hevrê Sara bi berxwedana xwe ya li zindanan di dilê gel de bû xwedî cihekî mezin ê hezkirinê, lewma êrişî wê kirin.

Ji bo dewleta Tirk, Rêber Apo û PKK weke dijminê herî mezin tê dîtin, ji ber vê jî damezrînerên PKK'ê dibin hedef. Qetilkirina hevrê Sara hewldana ji bo tolhildana ji têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e. Qetilkirina van şoreşgerên jin ên mezin, asta dijminatiya dewleta Tirk a li Kurdan nîşan dide. Ji ber ku dixwazin hebûna Kurdan ji holê rakin, yên ku xwedî li hebûna Kurdan derdikevin weke dijminê herî mezin dibînin.

Dewleta Tirk gelek rîsk da ber çavên xwe û bi vî rengî hevrê Sara û hevalên wê qetil kir. Ev yek jî mezinahiya têkoşîna hevala Sara radixe pêş çavan. Hevrê Sara weke hêrsa gelê Kurdistanê û xelkê Dersimê tevlî nava koma Apoyî bû û bû yek ji damezrînerên PKK'ê. Tevlîbûna li nava koma Apoyî û cihgirtina li nava damezrînerên PKK'ê nîşaneya wêrekiyeke mezin e. Weke jinekê tevlî nava têkoşîneke wiha mezin bû û berpirsyariyeke bi vî rengî da ser milê xwe. Ev yek jî nîşan dide bê hevrê Sara xwedî kesayeteke çawa ye.

Ev kesayetiya hevrê Sara li nava berxwedana li zindana hejmara 5 a Amedê, bi hemû taybetmendiyên xwe, eşkere bû. Hevrê Sara bi berxwedana xwe ji bo hevrêyên jin hemûyan ên li koxûşê bû cihê cesaretê, di heman demê de ji berxwedêrên li zindanan re bû çavkaniyeke mezin a moralê. li hemberî zext û êşkenceya giran, ji îrade û sekna xwe bi mîlîmekê jî paşve gav neavêt. Ti rengê zext û êşkenceyê nekarî vê sekna wê têk bibe. Zext û zilm bû sedem ku helwesta wê ya ku tuf li rûyê dijmin kir, bê nîşandan.

Hevrê Sara ji ber ku gelekî ji welat û gelê xwe hez dikir tevlî nava vê têkoşînê bû, ji ber ku bi hezkirineke mezin dilsoza partiyê û hevrêyên xwe bû heta kêliya dawî ya jiyana xwe têkoşîna azadiyê meşand. Hesten jinên ku ji ber serweriya mêr 5 hezar sal in diêşe, xiste nava dilê xwe, hilda ser milê xwe û ji bo serketinê di her kêliya jiyana xwe de têkoşiya. Hevrê Sara bi kelecana mezin a têkoşîna azadiya jinê di her kêliyê de bi coş bû. Coş û daxwaza wê ya têkoşînê mîna volkanekî her tim di rûyê dijmin de teqiya. Jiyana xwe bi hezkirina derdor û hevrêyên xwe, bi belavkirina enerjiya erênî derbas kir. Hevalên ku tenê ji bo demeke kurt ew dîtibin jî gelekî jê hez kirin û hurmet nîşanî hevala Sara dan. Hevrê Sara wê di têkoşîna azadiyê ya gel û jinên Kurd de her tim bê bîranîn. Weke yek ji kesayetên sembol ên vê têkoşînê wê cihê xwe di nava nemiran de bigire.

Rojbîn hevrêyeke dilpak bû ku ji rojavayê Firatê yê ku tê xwestin ji Kurdan bê xalîkirin, neçar hatibû hiştin ku koçî Ewropayê bike. Ji bo li Ewropayê bibe dengê gelê Kurd karê dîplomasiyê dikir. Di nasandina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û pêşvebiirna têkoşîna azadkirina Rêber Apo de rola xwe hebû. Valahiya wê hîn jî dewam dike.

Hevrê Ronahî hevaleke me ya ciwan bû ku mîna Alî Çîçek êş, hesret û hêrsa gelê Kurd di dilê xwe de dihewand. Bi berpirsyariya misogerkirina hebûna gelê Kurd û pêkanîna azadiyê, her tim dixwest li refên herî pêş ên têkoşînê be. Ji bo hêjayî stêrka sor a gelê Kurd Alî Çîçek bibe kete nava têkoşîneke mezin.

DOZA KOMKUJIYA PARÎSÊ DOZA JINÊN CÎHANÊ HEMÛYAN E

Tevî ku hevrê Sara, Fîdan û Ronahî li navenda Parîsê hatin qetilkirin, sîstema edaletê ya Fransayê dewleta Tirk û yên fermana vê komkujiyê dan dernexist pêşberî dadgeriyê. Ji bo xatirê berjewendiyên aborî û siyasî edalet danî aliyekî. Dewletek eger edaletê deyne aliyekî ew dewlet ji aliyê nirxên moralê ve lawaz bûye. Heta ku Fransa berpirsyarên rastî yên vê komkujiyê dadgeh neke, wê timî weke dewleteke edaleta xwe lawaz e bê dîtin. Saziyên fermî yên Fransayê dibe ku ji bo berjewendiyên xwe edaletê deynin aliyekî. Bendewariya me ew e ku gel û hêzên demokrasiyê yên Fransayê, weke xwediyê rastî yê vê dozê helwest nîşan bidin û bikin ku berpirsyar bêne darizandin. Doza komkujiya Parîsê ne tenê ya demokratên Kurd û Fransayê ye, doza jinên cîhanê hemûyan e. Em di wê baweriyê de ne ku jinên cîhanê wê xwedî li vê dozê derkevin û ji bo darizandina sûcdaran têbikoşin.

Gelê Kurd wê ji berpirsyarên vê komkujiyê, ji yên ku fermana komkujiyê dane neqere; wê bi azadkirina Kurdistanê û demokratîkkirina Tirkiyeyê bersiva herî xurt bide vê komkujiyê. Bêguman darizandina kujeran wê ji bo gel û jinên Kurd bibe wezîfeya herî sereke.

Em hevrêyên ku di 9'ê Çileyê de li Parîsê şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku bi mezinkirina têkoînê em ê xwedî li hesreta wan derkevin.

Em hevrê Rûbar, Xelîl û Mûrat jî bi rêzdarî û minet bi bîr tînin ku 6'ê Çileya 2017'an di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûn. Ala wan a têkoşînê îro jî li her dera Kurdistanê li ba ye.

Em berxwedêrên xwerêveberiyê yên meha Çileyê şehîd bûn Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar jî bi minet û rêzdarî bi bîr tînin; soza xwe dubare dikin ku di têkoşîna azadiyê de em ê xwedî li berxwedan û wêrekiya wan a mezin derkevin û Kurdistana Azad, Tirkiye û Rojhilata Navîn a Demokratîk ku hesreta wan e, ava bikin."