PKK’ê Kurdistana mirî ji gora beton derxist

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku PKK'ê ew Kurdistana ku jê re digotin miriye ji wê gora ji beton derxist û ji nû ve vejand û got “Ew ê têk biçin, ji ber ku em gel in, em her dem hene. “

Bi wesîleya salvegera damezirandina PKK’ê Stêrk Tvyê bi Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan hevpevyînek kiribû. Em vê hevpeyvînê pêşkêş dikin

Têkildarî salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê hûn dixwazin çi bêjin?

Beriya her tiştî salvegera 43'an a damezrandina partiya me PKK'ê li damezrîner û kedkarê mezin ê partiya me li Rêber Apo pîroz dikim, dilsozî û silavên xwe pêşkêş dikim. Her wiha cejna me ya partiyê li tevahiya gelê Kurdistanê, li dostên gelê Kurdistanê, li gelên herêmê, li hevrêyan hemûyan û tevahiya xebatkar û sempatîzanan pîroz dikim. Di têkoşîna sala 44'an de ji her kesî re di kar de serketinê dixwazim.

Dîroka 43 salan a PKK'ê destaneke dîrokî ye; rûpeleke zêrîn a dîroka gelê Kurdistanê ye. Dîrokeke mezin e. Ev dîrok bi xwînê xemilî ye; bi berxwedan û şehîdan hatiye avakirin. Şehîdên me yên şoreşê hemûyan, di şexsê şehîdê me yê destpêkê yê mezin hevrê Hakî Karer de bi bîr tînim û dilsoziya xwe ya bi wan re dubare dikim.

Meha Mijdarê meheke girîng e; li gel meha damezrandina partiyê, meheke ku gelek şehîdên hêja hatine dayin. Şehîdên me yên meha Mijdarê hemûyan di şexsê hevrê Delal Amed, Reşît Serdar û Şîlan Kobanê de bi bîr tînim; li pêşberî bîranîna wan bejna xwe bi rêzdarî ditewînim. Soza ku me dane şehîdên xwe dubare dikim. Em ê ala ku wan radestî me kirine nexînin xwarê, di têkoşîna azadiyê de xwedî li bîranîna wan derkevin û têkoşîna wan bi ser bixînin.

Li ser damezrandina PKK'ê çi bê gotin wê kêm bimîne. Weke ku tê zanîn piştî ku serhildanên li Kurdistanê hatin tepisandin, dewleta Tirk li ser Çiyayê Agirî goreke temsîlî ya ji beton çêkir û li ser jî wiha nivîsî, "Kurdistana xeyalî li vir veşartî ye'. PKK'ê ew Kurdistana ku jê re digotin miriye ji wê gora ji beton derxist û ji nû ve vejand. Çîroka damezrandina PKK'ê bi vî rengî ye. Gelê Kurd ê ku bi komkujî û qirkirinê hate eciqandin, bi asîmîlasyon û qirkirina spî hate helandin û li ber tunebûnê bû, bi Rêber Apo û avabûna PKK'ê hate rizgarkirin. Bêguman ev yek tiştekî gelekî mezin û dîrokî ye. Bİ esasî ne tenê damezrandina partiyekê ye. Di 27'ê Mijdarê de civîna li gundê Fîsê yê Licê hate lidarxistin û biryarên hatin standin, biryara ji bo berxwedana neteweyî û hebûnê bû. Partî li ser vê bingehê ava bû. Yanî partî ji bo birêvebirin û meşandina berxwedana neteweyî ava bû. Ji bo rabûna li ber siyaseta qirkirinê û asîmîlasyonê, ji bo pêşîgirtina li vê yekê û meşandina têkoşînê PKK ava bû. PKK ji bo berxwedanê, ji bo berxwedana neteweyî ava bû. Jİ ber vê yekê di asta dîrokî de ev damezrandin girîng e.

Vê damezrandinê bi xwe re li Kurdistanê gelek tişt guhert. Fikir û nêrînên Rêber Apo li Kurdistanê Ronesansek ava kir. Yanî li dijî bêbawerî, bêhêvîtî, nezantî û dûrketina ji Kurdîtiyê, Rêber Apo her tişt guhert. Beriya her tiştî bêhêvîtiyeke mezin hebû; bi taybetî piştî şikestina tevgera Başûrê Kurdistanê di 1975'an de. Bi vê yekê re bêhêvîtî li Kurdistanê belav bû. Di nava şert û mercên bi wî rengî de destpêkirina berxwedaneke bi vî rengî ya PKK'ê, bi taybetî jî avakirina fikir û îdeolojiyeke nû, hêvî ji nû ve afirand. Ji ber ku PKK ne partiyeke welê ye ku tenê çend kes li hev civiyan û ava kir. PKK partiyeke Rêbertî ye. Yanî bi fikrekî ava bû. Rêberek derket, fikrek pêşkêş kir; heval jî li dora wî civiyan. Bi vî rengî kom ava bû û partî hate damezrandin. Fikrên xwe hene; paradîgmaya xwe heye. Vaye li ser vê bingehê li nava civaka Kurd guhertin û veguhertinên mezin kiriye. Bi taybetî berxwedana piştî Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an, her wiha berxwedana beriya wê ya li zindanan, van hemûyan li Kurdistanê guhertineke bingehîn kirin. Mînak beriya wê li Kurdistanê jin mîna ku tune bû. Lê belê niha jin hêza herî li pêş û pêşeng e. Yanî partiyê civaka Kurd bi hêz kir. Ji neolîtîkê û vir ve taybetmendiyên veşartî yên civaka Kurd bi fikrên Rêber Apo eşkere bûn û gelê me bû xwedî hêz û îrade.

Bi taybetî hîn ji destpêkê ve ruhê hevrêtiyê di nava komê de bi pêş ket; yanî hevrêyan ji hevrêyên xwe hez kirin, hevrê bi hevrêyên xwe re dilsoz bûn, têkiliya hevrêtiyê derket pêşiya têkiliya malbatî, ji xwişk, bira, dayik û bav bêhtir hevrê bi hev re dilsoz bûn. Ev hevrêtî jî Serok di navbera xwe û hevrêyên xwe de afirand. Ji ber vê yekê, dema ku hevalê Hakî Karer ji aliyê kontrayan ve hate şehîdxistin, xemgîniyeke mezin û dilsoziyeke mezin çêbû. Ji bo dilsoziya bi bîranîna wî re biryara partîbûnê hate dayin. Bêguman di heman demê de tevgereke tolhildanê ava bû. Mînak; PKK'ê yekemcar ji bo hilanîna tola hevalê Hakî Karer rahişt çekê. Beriya wê mirov nikare qala çekê bike. Lê belê ji bo hilanîna tolê çek hilda û weke partiyeke şehîdan ji bo hesabpirsînê ava bû. Lê belê vê rastiyê ruhê hevrêtiyê yê li nava PKK'ê xurtir kir û geş kir. Hevrê di ber hevrêyê xwe de dikare xwe feda bike. Hevrê ji bo hevrêyên xwe dikare her tiştî bike. Dilsoziyeke nû ya bi vî rengî, malbateke nû; malbateke mezin, malbateke neteweyî, malbata PKK'ê ya demokratîk-şoreşger ava bû. Dilsoziyeke bi vî rengî çêbû. Ji ber vê yekê jî mirv ji mala xwe qut bûn û tevlî nava malbata PKK'ê bûn. Ev yek li Kurdistanê tiştekî nû bû.

Gelek kesî ev fêhm nekir. Matmayî diman, digotin 'Gelo ev dîn bûne; ev çawa dibe'. Ji ber ku wê demê bi rastî jî asîmîlasyon gelekî xurt bû. Dibe ku ciwanên niha pê nizanibin lê belê wê demê kesî nikarîbû qala Kurd û Kurdistanê bikira. Ji bo gotina Kurdistanê bê bikaranîn wêrekî diviyabû, kesî nikarîbû bi kar bianiya. Rêber Apo hîn li zanîngehê bû, profesorekî digot 'Li Tirkiyeyê miletekî bi tenê heye' û hwd. Rêbertî li hemberî wî destê xwe hil dide û dibêje, 'Na li Tirkiyeyê 2 milet hene; gelê Kurdistanê heye û Kurdistan di bin mêtingeriyê de ye'. Ji ber vê yekê Rêbertî gelek caran dibêje, wan bi du gotinan dest bi têkoşînê kirin. Ev gotin çi ne? Ya yekemîn Kurdistan e, ya duyemîn jî 'mêtingerî' ye. Dibêje, 'Em bi van herdu gotinan bi rê ketin; me pejirand, em hîn bûn, me xwend, têgihiştî bûn û em meşiyan'. Bi vî rengî ye. Her tiştî xwe ji orjîna Kurd afirandiye û hatiye vê astê. Bi vî rengî fikirê mîna jiyana azad, ruhê hevrêtiyê bi pêş ketin, li gel xwe her wiha tirs jî kuşt. Êdî tirs nemaye, mirov wêrek bûne. Tirs veguheriye cesaretê. Ji ber vê yekê jî her PKK'î wêrek bûn, bi îrade bûn; teslîmiyet ti carî qebûl nedikirin. Li zindanan gavên Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek, Ferhat Kûrtayan bi vî rengî bû. Piştre jî di nava wan şert û mercên 12'ê Îlonê de Pêngava 15'ê Tebaxê ya bi pêşengiya hevrê Egîd bi vî rengî dest pê kir. Bi kurtasî PKK'ê ruhek ava kir û bi vî ruhî têkoşîn hate meşandin. Lewma çiqasî êriş hatibe kirin jî nekariye pêşî lê bigirin. Mînak, di serî de hêzên li derdorê li dijî PKK'ê bûn yek; piştre jî NATO kete dewrê; her wiha Kurd jî li dijî PKK'ê bi kar anîn; bi her awayî êriş kirin. Komploya navneteweyî kirin; 34 dewlet bûn yek û Rêber Apo dîl girtin. Wan dixwestin bi vî rengî PKK'ê lawaz bikin û tasfiye bikin, lê belê nekarîn pêşî li meşa PKK'ê ya mîna lehiyekê ye bigirin. PKK her gavê mezintir bû, geş bû û gihîşt vê astê.

Li Îmraliyê êşkence û tecrîd heye. Ev yek niha li zindanan hemûyan belav bûye. Hûn vê çawa dinirxînin?

Rêber Apo fikrekî nû temsîl dike. Dijmin sîstema Îmraliyê ava kir û Rêber Apo lê zindanî kir, lê belê dewleta Tirk bi tena serê xwe ve nekir. Roja ku Rêber Apo birin wê derê, nûnerekî Konseya Ewropayê li wir Rêber Apo pêşwazî dike û jê re dibêje, 'Tu yê êdî li vê derê be; li vê derê tu yê ewle be'. Yanî sîstem ji aliyê wan ve hatiye danîn. Rêber Apo ji aliyê Tirkiyeyê ve nehate girtin. Hêzên komploger ew girtin û radestî Tirkan kirin. Tirkiye gardiyantiyê dike. Ji bo Rêber Apo nikaribe li wir bifikire li wê derê sîstemeke bi vî rengî ava kirin. Vê dawiyê çend heval çûn gel Rêbertî. Naxwe Rêber Apo 14 salan li wir bi tenê ma û kes pê re neaxivî. Ji ber çi? Ji bo bikin ku Rêber Apo nikaribe bifikire. Qet nebe nikaribe fikrekî biafirîne. Kaxiz, pênûs jî nedan wî. Piştre ji bo karibe ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê re parêznameya xwe binivîsîne ji neçarî kaxiz û pênûs dan. Yanî welê kirin ku nehêlin bifikire û bicemide. Ji xwe digotin, 'divê em gav bi gav bikujin'. Sîstema Îmraliyê bi vî rengî ye; yanî dixwazin ku gav bi gav welê li Rêbertî bikin ku nikaribe bifikire. Eger Rêberek nikaribe bifikire ji xwe nikare bibe rêber, yanî mîna ku mirî ye lê tê. Bêguman tevî vê yekê ji aliyê fîzîkî ve jî plan dikirin ku 'gav bi gav tune bikin'. Yanî sîstema Îmraliyê sîstemeke dijwar a bi vî rengî ye. Ji bo pênasekirina sîstema Îmraliyê gotinên êşkenceya psîkolojîk û tecrîdê bi tena serê xwe têrê nake. Ev sîstem sîstemeke tunekirinê ye, sîstemeke qirkirinê ye. Ev sîstem li Îmraliyê bi vî rengî tê meşandin. Piştre jî di dema agirbestê de qaşo pêvajoya çareseriyê kete rojevê û li ser israr û ferzkirinê çend heval şandin gel Rêbertî. Lê belê bi ceza û rêbazên mîna wê heman sîstem dewam dike.

Bêguman kiryarên li wê derê di şexsê Rêber Apo de li dijî rastiya Kurd a azad tê kirin. Ew dibêjin, 'Me Kurd tune kiribûn; te ew ji nû ve derxiste holê; vejand; pirsgirêka Kurd ji nû ve afirand' û bi van kiryaran dixwazin tolê hilînin. Bi vî rengî ji bo tolhildanê nêzî Rêber Apo, tevgera me û her Kurdekî azad dibin. Kiryarên xwe hemû di vê çarçoveyê de ne. Tecrîda li wir li dijî gelê Kurd û paşeroja gelê Kurd e. Di heman demê de di nava vê sîstemê de faşîzm heye û ev sîstem her wiha tê wateya tecrîdkirina demokrasiya Tirkiyeyê. Yanî heta ku li Îmraliyê tecrîd hebe demokrasî nayê Tirkiyeyê. Ji ber ku beriya her tiştî li wir hiqûq nîne; exlaq nîne, pîvan nîne. Li cîhanê mînakeke din a vê yekê nîne. Di qanûnên Tirkiyeyê bi xwe de jî tiştekî wiha nîne. Li Îmraliyê qanûn û hiqûq daniye aliyekî. Bi vî rengî tê meşandin.

Destpêkê hêzên demokratîk ên Tirkiyeyî ev nedîtin, li ber ranebûn. Lê belê piştre çi bû? Rejîmê ev sîstem hêdî hêdî ava kir; destpêkê li zindanan belav kir, niah jî kiriye sîstema siyasî ya Tirkiyeyê. Yanî rejîma faşîst a yek şexsî ya bi serkêşiya AKP-MHP'ê tê meşandin, xwe dispêre vê yekê. Siyaseta ku li Îmraliyê tê meşandin, dixwazin niha li tevahiya Tirkiyeyê serwer bikin. Her kes para xwe ji vê werdigire. Ji ber vê yekê ji bo demokrasî û hiqûq bê Tirkiyeyê eriya her tiştî divê sîstema Îmraliyê ji holê bê rakirin.

Sîstema Îmraliyê bi rêbazên cuda niha herî zêde li zindanên Tirkiye û Kurdistanê belav bûye. Ev xusûs carna dikeve rojevê, lê ne bi rengekî têrker. Ya ku niha li Îmraliyê dibe, zilma ku li zindanên Tirkiye û Kurdistanê belav bûye, ji asta Zindana Amedê ya dema Cûntaya Leşkerî-Faşîst a 12'ê Îlonê derbas kiriye. Dibe ku heman rê û rêbaz nayên bikaranîn, di rêbazê de guhertin çêbûye. Yanî Esat Oktay li Zindana Amedê êşkence yekser dikir. Vana vê rêbazê jî bi kar tînin; niha li zindanan hemûyan êşkenceyê dikin lê belê herî zêde bi rêbazên psîkolojîk hewl didin mirovan têk bibin, ji rastiya wan dûr bixînin. Mînak; şoreşgerekî 50 salî ku 25 salan di zindanê de hatiye hiştin, tevî ku cezayê ji aliyê dadgehê ve hatiye birîn temam bûye jî nayê berdan. Çima? Ji ber ku dibêjin, 'destpêkê teslîm bibe; tu kengî teslîm bû em ê wê demê te berdin'. Yanî zexta îtirafkariyê li mirovan tê kirin; hewl didin teslîm bigirin. Cihê vê yekê di qanûnê de nîne. Zilmeke faşîst niha li zindanên Tİrkiye û Kurdistanê heye.

Di vir de hem li pêşberî rastiya Îmraliyê hem jî li pêşberî rastiya zilmê ya li zndanan bêguman berpirsyariyên me hene. Yanî eger me di dema xwe de wezîfeyên xwe bi temamî bi cih bianiya, wê ev sîstema faşîst-mêtinger nekarîbûya van kiryaran pêk bîne. Ev yek ji bo me cihê rexnedayinê ye. Eger me karîbûna rê û rêbazên xwe bi temamî bi ser bixistana, bêguman wan ê jî derfetê van kiryaran nedîtibûna. Lê belê îro van derfetan dibînin. Yanî li her zindanê zilmê li hevalên me yên jin û mêr, li hemûyan dikin, êşkenceyê dikin, heqaretê dikin, bi rûmeta wan dilîzin. Bêguman ev yek ji bo me cihê rexnedayinê ye. Em di bin giraniya vê yekê de ne û haya me ji berpirsyariya me heye. Ev yek rastiyeke.

Bi qasî me ne di heman astê de be jî heman berpirsyarî ya gelê me yê welatparêz e. Dixwazim vê bêjim: Di serhildêriya gelê me de ku salên 1990'î li Cizîr, Nisêbînê û piştre li Licê, Amedê hate kirin û dîrok nivîsand kêmbûnek heye û dijmin jî vê weke firsendê dibîne. Belê di kêmbûna vê de berpirsyariya me jî heye, lê belê her kesê ji xwe re dibêje welatparêze û her hevrêyên jin û ciwan ên têkoşînê dimeşînin divê têkoşînê êdî ji salonan derbasî kolanan bikin. Têkoşîna li salonê heta cihekî wateya xwe heye, lê belê têkoşîn divê êdî ji salonan derbasî kolanan bibe, divê êdî qanûna gel bibe esas. Divê xwe nekin mehkûmê qanûnên sîstema faşîst, li kolanan bi qanûnên xwe bimeşin. Yanî pêwîstî pê heye ku li ber vê yekê rabe. Di demekê de ku Rêberê me û hevalên me di bin êşkenceyê de ne û gerîla li dijî çekên kîmyewî ewqasî li ber xwe didin, gelê me jî divê bêdeng nemîne, xwe bi rêxistin bike, di serî de Amed û Botan welatparêzên li nava civakê li dijî van kiryarên dijmin, zindanan bi tenê nehêlin, gerîla bi tenê nehêlin; li dora xeta Rêber Apo xwe bi rêxistin bikin, bi vî rengî îradeya li dijî dijmin nîşan bidin. Ev jî têkoşîna li kolanan dibe. Yanî niha pêwîstiyeke mezin bi vê heye. Ji ber ku bi têkoşîn û berxwedana gerîla bi rastî jî gihîştiye astekê. Bi taybetî di sala 43'an de gihîşt astekê. Lê belê lingê gel di vê mijarê de kêm ma. Divê netirse, bi rengekî eşkere em karibin hev rexne bikin. Em rexnedayina xwe didin; kêmasiyên me hene lê belê divê welatparêz hemû di vê mijarê de rexnedayina xwe bide, destê xwe bixe binê kevir û em bi her awayî ji vî dijminî re bêjin, 'êdî bes e; tu nikare bi kerameta vî miletî bilîze; tu nikare rûmeta vî miletî li Îmraliyê binpê bike; tu nikare li zindanan ewqasî êşkenceyê bike'. Divê em li kolanan vê bêjin. Yanî di vê mijarê de pêwîstî bi gavekê heye.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê şerekî giran heye. Berxwedana ku hêzên we kir, encameke çawa afirand? Di vê mijarê de hûn dixwazin çi bêjin?

Di têkoşînê de sala 2020'î ji bo me (Bêguman bi giranî ji bo gerîla dibêjim) bû saleke komkirina li ser hev. Yanî saleke kombûnê, şer û berxwedanê bû. Dijmin bi taybetî êrişî Heftanînê kir; li Heftanînê bi rêbazeke nû bi şerê tîm berxwedan hate kirin.

Lê belê sala 2021'ê yanî sala 43'an a partiyê di şerê gerîla de bû saleke nû, bû destpêka pêvajoyeke nû. Hem ji aliyê rê, rêbaz û taktîkê ve hem jî ji aliyê berxwedanê ve sala 43'an a partiya me di şerê gerîla de û di temsîlkirina ruhê PKK'ê de bû saleke asta bilind. Di sala 43'an de li qada şer ruhê Mazlûm Doganan, 14'ê Tîrmehê û Zîlanan careke din geş bû.

Niha dijmin timî propagandayê dike û dibêje 'Me PKK û gerîla lawaz kir' û hejmaran dide. Ji xwe AKP hînî hejmaran bûye. Timî hejmaran dide û gel dixapîne. Mînak; di aboriyê de jî bi vî rengî dike. Mînak, barometreyê naboriyê hene; di van de timî bi hejmara dilîze û dibêje 'Li Tirkiyeyê rewş baş e'. Mînak, enflasyona li Tirkiyeyê ya rastî ji sedî 50'î ye, lê belê weke ku ji sedî 20-25 e nîşan dide. Heman tiştî di mijara gerîla de jî dike. Hejmaran dide, dibêje 'Nizanim çend gerîla mane'. Baş e; madem 180 gerîla mane, wê demê çima li seranserê Kurdistanê operasyon tên kirin! Ji xwe çalakiyan vedişêrin û qet qalê jî nakin. Halbûkî di sala 43'an de li dijî dewleta Tirk şerekî mezin ê aborî û leşkerî hate meşandin. Lê belê qala van nakin; timî dixwazin sîstema xwe li ser vê ava bikin, lê belê weke ku min got rewş cuda ye.

Ya rast wan dîtin ku li Bakur nekarî encamê bigirin. Li hemberî vê çi kirin? Di sala 2021'ê de xwestin ku baregehên me yên li Başûrê Kurdistanê û me tune bikin. Plana wan bi vî rengî bû û ji bo vê jî amadekarî kirin. Vaye we dîtin, di destpêka salê de meha Çileyê çûn Bexda û Hewlêrê; piştgiriya dîplomatîk û hwd. wergirtin û xwe ji aliyê leşkerî ve amade kirin. Wan digotin, 'hêzên me yên hewayî hene; em ê lê bidin, yên nerevin ji xwe wê îmha bibin, yên birevin jî wê ji hev belav bibin û em ê wan ji vir derxînin'. Ev ceribandin. Weke ku hûn jî zanin, destpêkê ji Garê ev yek kirin. Piştre jî berê xwe dan Avaşîn, Zap û Metînayê. Lê belê dîtin ku berevajî bendewariyên xwe ji êrişên hewayî nekarîn encamê bigirin, kes ji ber nereviyan û kes belav nebûn. Vê carê jî dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kirin. Ew li bendê bûn ku dema kîmyasalê bi kar bînin wê teqez kes nemîne û her kes wê biçe. Lê belê bi wî rengî jî nebû. Yanî encama ku li bendê bûn bi dest nexistin. Ji ber vê yekê roja 23'ê Nîsanê leşkerên xwe danîbin ku derê hîn jî li wir mane. Ya rast xitimîn, têk çûn. Planên wan ên sala 2021'ê bi ser neketin. Eger niha di nava sîstemê de nexweşî hene, sedem ev e. Bêguman di encama sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê, sekna bi îradeya gel siyaseta demokratîk a Kurd û hêzên çep-demokratîk ên Tirkiyeyê ku paşve gav neavêtin, di encama serketina gerîla de ev plana wan nekarî bi ser bikeve.

Eger bi ser ketibûna wê çi bikira? Wan plan kiribûn ku di nava 2-3 mehan de qadên gerîla hemûyan dagir bikin, bi taybetî alê li Qendîlê û Garê biçikînin, her wiha hevalek du hevalên ji rêveberiyê yên naskirî tasfiye bikin û li ser bingeha ragihandina serketina xwe di Mijdarê de hilbijartinan bikin. Rêveberiya AKP-MHP'ê hesabê wê dikir ku bi vî rengî 5 salên din li ser desthilatdariyê bimîne. Plana wan bi vî rengî bû. Ev plan bi ser neket. Ji xwe bi esasî piştî meha Tebaxê zimanê ku ji bo hilbijartinê bi kar dianîn guhertin. Berê Erdogan welê nîşan dida ku amadekariyê ji bo vê salê dikin, lê belê dema ku dît planên wan bi ser neket, dest bi gotina 'hilbijartina pêşwext nîne' kir. Lê belê plana wan bi vî rengî bû. Yanî li ser bingeha kuştina me û tunekirina me, dixwest ku rejîma faşîst xwe birêxistin bike û temenê xwe dirêj bike.

Lewma şerê ku gerîla li çiyayên Bakur û Başûrê Kurdistanê meşand; li dijî siyaseta qirkirinê ji bo azadiya gelê Kurd xwedî cihekî girîng e û aliyekî xwe yê din jî şerê ku gerîla meşand ji bo Tirkiyeyê şerê demokrasiyê ye. Eger ne ji vî şer û berxwedana gerîla bûya rejîma AKP-MHP'ê wê mayinde bibûya. Yanî yên ku dibêjin 'Em ê Qendîlê serûbin bikin' bila zanibin, cihê ku li hemberî faşîzmê têk neçû Qendîl e, berxwedana gerîla ye. Eger gerîla têk çûbûya, ev rejîm wê hîn bi dehan salên din li Tirkiyeyê serwer bûya, her tiştî wê li gorî sîstema xwe birêxistin bikira û bi vî rengî wê bêhn li her kesî hatibûya çikandin. Her wiha wê bibûya belayê serê gelê herêmê. Ji ber ku bi zîhniyeta Osmaniya Nû êrişî derdorê dikin. Ji ber vê yekê berxwedana gerîla bi rastî jî berxwedaneke pîroz e. Bêguman berxwedana li zindanan û sekna gelê me ya li siyaseta demokratîk di vir de rola xwe heye; li Îmraliyê berxwedana Rêberê me jî ji xwe berxwedana herî mezin e. Bêguman gerîla di vê demê de bi rêbazeke nû derkete hemberî wan. Ew ne li benda vê bûn û li pêşberî vê rêbaza nû matmayî man. Li gel vê yekê bi asta berxwedana bi biryar a milîtanên fedayî yên Apoyî, tecrûbeya 43 salan, kûrbûna di taktîka nû, ruhê fedayî û wêrekiyê kir ku ev êrişên dijmin pûç bibin, bêencam bimînin.

Gelo sedema bingehîn a krîza aborî û siyasî ya li Tirkiye û Kurdistanê şerê li Kurdistanê ye. Di vê der barê de hûn dixwazin çi bêjin?

Ev yek tiştekî ji sedî sed e. Her çend siyaseta Kurd û derdorên demokratîk vê rastiyê tînin ziman jî hîn bi temamî bi raya giştî ya Tirkiyeyê nehatiye fêhmkirin.

Rejîma AKP-MHP li ser bingeha dijminatiya li Kurdan dixwaze desthilatdariya xwe dewam bike. Her wiha bi gotina 'pirsgirêka man û nemanê heye' ne tenê li Bakurê Kurdistanê êrişê dibe ser parçeyên din ên Kurdistanê. Ji ber ku hebûna statuya Kurdan a li Rojava ji bo xwe weke metirsiyê dibîne, bi gotina 'pirsgirêka man û neman heye' dest li Sûriyeyê werdidin. Her wiha ji ber ku sîstema Başûrê Kurdistanê li dijî xwe weke metirsiyê dibîne dest li wir jî werdide. Bi kurtasî bi nexweşiya dijberiya li Kurdan ketiye û her tiştî ji bo vê bi kar tîne.

Binerin, van rojan li meclîsa wan budçeya Tirkiyeyê tê nîqaşkirin. Car carna hin tişt di çapemeniyê de hatin weşandin. Di wir de tê dîtin ku ji sala 2014'an û vir ve budçeya ji hêzên leşkerî re hate veqetandin bi 5 qatî zêde bûye. Ji sedî 20 ê hatineya Tirkiyeyê ji şer re tê xerckirin. Baş e ev pere ji ku tê? Ev pere hemû ji karker, karmend, gundiyan bi kurtasî ji baca ji gel tê. Yanî pereyê ji wan distîne hemûyan weke mesrefa li şer a li dijî gelê Kurd bi kar tîne. Mînak mirina her ciwanekî Kurd weke serketinekê dibînin. Ji bo kesekî bi tenê îmha bikin 4-5 balafiran radikin. Em vê yekê di pratîkê de dibînin. Yanî mesrefeke gelekî zêde dikin. Îro ji Xakurkê heta Heftanînê li seranserê sînor timî bombardûman tê kirin; obus, top û tank têne bikaranîn. Her wiha gelek caran helîkopter têne bikaranîn. Û her roj balafirên şer teqez li cihekî didin, di heman demê de li gelek deveran didin. Gelo pereyê vê ji ku tê? Heman tiştî li Sûriye û li Rojava jî dikin; ji Dirbêsiyê heta Idlibê sînor li wir jî bi heman rengî ye. Bala xwe bidin bîlançoyan; dewleta Tirk her roj çiqas topan diavêje! Her roj bi balafiran çiqas êrişan dikin! Her roj êriş dikin. Yanî kaniyek ji zêr jî hebe têrê nake. Niha mesrefeke gelekî zêde li şer xerc dikin û van hemûyan li dijî me bi kar tînin.

Mijareke din a gelekî balkêş heye: Mînak di dema AKP'ê de hejmara zindanên li Tirkiyeyê bi 6 qatan hatiye zêdekirin. Yanî eger berê 100 zindan hebûya, niha bûye 600 zindan. Mirov tên girtin, dixin zindanê; zilmê dikin. Hejmara polîsan zêde kirin; polîsên taybet ava kirine. Vaye bi xwe dibêjin, 'nizanim çend teknîk çê kiriye; ÎHA-SÎHA çêkiriye'. Ji aliyekî ve van didin pêş û mîlîtarîzmê mezin dikin, li aliyê din jî Tirkiyeyê birçî dihêlin. Karker û gundiyên Tirkiyeyî birçî dihêlin. Kurd ji xwe hîn bêhtir birçî ne. Li Kurdistan û Tirkiyeyê niha pirsgirêka sereke ya civakî pirsigrêka jiyanê ye. Yanî mirov nan peyda nakin ji bo karibin bixwin. Malbat nikarin debara xwe bikin. Çima? Ji ber ku hatineya Tirkiyeyê hemûyî li şer xerc dikin. Şer jî li dijî Kurdan dikin. Eger bi rengekî rast nêzî pêşniyarên Rêber Apo bibûna, wê bi vî rengî nebûya.

Niha Erdogan gelek caran dibêje 'PKK'ê, HDP'ê pêvajo xera kir' û hewl dide me weke berpirsyarê şer nîşan bide. Dema ku hat Amedê bi vî rengî got; vê dawiyê li Êlihê jî bi heman rengî axivî. Erdogan bi rastî jî derewkarekî mezin e. Halbûkî yê ku mase qeliband ew bi xwe ye. Eger ew maseya li Dolmabahçeyê neqelibanda, piştî demekê wê Rêbertî ji bo destberdana ji çekê banga komkirina kongreyekê bikira. Dor hatibû vê yekê, lê Erdogan mase qeliband û got, 'haya min ji tiştekî bi vî rengî nîne'. Halbûkî jê re hatibû ragihandin ku li wê derê kî wê li ku rûnê, lê piştre ji nişka ve qeliband. Bêguman di vir de paşeroja xwe nedît; ji ber ku di cewhera xwe de faşîzm heye. Ji ber ku çareseriya pirsgirêka Kurd wê bi xwe re demokrasî bianiya Tirkiyeyê. Ji ber ku ew ji vê re ne amade bûn û nedixwestin, çi kirin? Ew pêvajo têk birin, guhertin. Vê carê çi kirin? Êriş kirin. Êrişî gelê me, hêzên demokrasiyê, karkerên Tirkiyeyî, xelkê me yê Elewî kirin. Êrişên mezin birin ser her kesên di bin vê sîstemê de têne binpêkirin, kirin û bi vî rengî xwestin encamê bi dest bixin. Yanî wan digotin, 'em ê vê berxwedanê bişikînin, dengê gel werbigirin û li ser vê bingehê aramiya aborî û siyasî pêk bînin'. Lê belê van 6 salên dawî tevî ku bi her awayî êriş kirin bi ser neketin. Ji ber vê yekê sîstem ji aliyê siyasî, civakî, aborî û her alî ve di nava krîzekê de ye. Xitimî ye. Bêguman gel birçî ye. Sedema vê jî bêguman neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Me xwest çareser bike, em li vê vekirî bûn. Rêber Apo ji bo vê gelekî hewl da, lê wan nexwestin. Wan nexwestin û li dijî me şer kirin. Lê vê carê dijberî li Kurdên li derveyî me jî kirin. Êrişî wan jî kirin û şer derbasî nava Sûriyeyê kirin. Lewma polîtîkayên wan ên têkildarî herêmê hemû guherîn. Ji ber vê yekê jî bi her kesî re di nava nakokiyê de ne.

Bi kurtasî rejîma AKP-MHP'ê Tirkiye gihand cihekî gelekî nebaş û gelek tişt bi Tirkiyeyê da windakirin. Ji Dersimê û vir ve zilma herî mezin ji aliyê rejîma Erdogan û AKP'ê ve hate kirin. Gelê Kurd wê ti carî vê ji bîr neke. Xwestin ku vê jî bi navê Îslamiyetê bikin. Aliyê xwe yê herî nebaş jî ev e. Her çend van salên dawî rûyê wan ê rastî eşkere bû û gelê me fêhm kir ku ti eleqeya wan bi Îslamiyetê re nîne jî li pişt maskeya Îslamiyetê xwe veşartin û polîtîkaya nijadperest-faşîst dimeşînin. Erdogan yekî nijadperest e û ew kes e ku salên dawî zilma herî mezin li Kurdistanê kiriye. Dawiya dawî yê ku têk biçe wê ew be. Ji ber ku em gel in; koka me ji dîrokê tê. Ew nikarin me tune bikin. Dibe ku car carna pêşketin-paşketin çêbibe, lê belê têkoşîn wê her tim dewam bike û ev rastî vê demê careke din eşkere bû. Yên ku têk çûn ew bûn. Wan xwestin ku li ser bingeha Plana Têkbirinê me têk bibin, lê belê ew niha li ber têkçûnê ne. Wê têk biçin.