PKK'ê ji bo Omer Çager peyama sersaxiyê weşand

Komîteya Rêveber a PKK'ê ji bo Omer Çager peyama sersaxiyê weşand. Di peyama PKK'ê de hate gotin, "Em ê di têkoşîna xw eya azadiyê de xwedî li bîranîna hevrê Hoca û şehîdên xwe yên leheng derkevin."

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê wiha ye:

"Hevrê Omer Çager (Hoca) ku ewladê hêja yê gelê Kurdistanê, welatparêzekî mezin û milîtanekî kedkar ê partiya me PKK'ê bû, dema tedawî didît di 22'ê Çileyê de şehîd bû. Hevrê Hoca 35 salên xwe yên hêja diyarî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê kir. Em wî bi rêz û minet bi bîr tînin û êşa hevrêyên wî, malbata wî û gelê me yê welatparêz parve dikin. Mîna bawermendekî ji pîvanên azadiyê yên Rêber Apo bawer dikir. Lewma em jî dibêjin ku pîvanên azadiyê yên Rêber Apo wê teqez bê biserxistin.

Hevrê Hoca ku kedkarê bêrawestan ê Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê bû bi welatparêziya Mêrdînê tevlî nava refên PKK'ê bû, ev welatparêziya xwe bi xeta azadiyê ya Apoyî kir yek û veguherî milîtanekî şoreşger ê qewîn, li her devera ku diçû wezîfeyên xwe bi rengekî serketî pêk dianî û ji ber wêrekî, serketî û fedakariya xwe ji aliyê hevrêyên xwe hemûyan ve dihate hezkirin. Beşa herî hêja ya jiyana xwe diyarî têkoşîna me ya azadiyê kir, li her qadê her wezîfe bi rengekî serketî pêk anî û nirxên gelekî girîng li têkoşîna azadiyê û hebûna gelê Kurd zêde kir. Li ser vê bingehî ala azadiyê her tim li ba da û ev al niha emanetî hevrêyên xwe û gelê me yê welatparêz kiriye.

Lewma hevrêyên wî yên partiyê, di serî de jin û ciwan wê gelê me yê welatparêz ala ku hevrê Hoca radestî wan kir her tim li ba bidin, hevrê Hoca wê li Kurdistaneke azad û demokratîk her hebe. Ciwanên Kurd wê bi durustî, karkerî, baweriya bi Rêber Apo û fedakariya hevrê Hoca xwe perwerde bikin û veguherînin milîtanên azadiyê yên berê xwe li serketinê ne. Partiya me û gelê me ji bo xwedîderketina li bîranîna vî neferê hêja yê partiya me û biserxistina armanca wî, wê hêza xwe hemûyî seferber bike û di xeta serketinê ya Apoyî de têkoşîna azadiyê bimeşîne. Em ê di têkoşîna xw eya azadiyê de xwedî li bîranîna hevrê Hoca û şehîdên xwe yên leheng derkevin."

Li ser vê bingehê em careke din di şexsê hevrêy Hoca de şehîdên xwe yên leheng hemûyan bi bîr tînin. Em bang li hevrêyên xwe hemûyan û gelê xwe dikin ku di xeta Rêbertî û şehîdan de têkoşîna me ya azadiyê xurt bikin, hesab ji siyaset û zîhniyeta faşîst û qirker hesab bipirsin û vê dîktatoriyê têk bibin."