‘PKK’ê bi qehremanî û dilsozî gel û niştiman parastiye’

Di salvegera çalakiya canfedayî ya Şehîd Viyan Soran de xwişka çar şehîdan dibêje: “Eger niviya Kurdistanê weke PKK’ê paqij û dilsoz bûya wê çaxê Kurd û Kurdistan azad dibû.”

Di 15’emîn salvegera şehadeta Fermandara YJA-Starê Viyan Soran de welatiya bi navê Sêwan Kakemend Qadir ku yekane xwişka 4 şehîdan e ji ANF’ê re axivî û bal kişande ser pîroziya rêbazê PKK’ê ya ji bo azadiya gelê Kurd û Kurdistanê.

Sêwan Kakemend têkildarê xirabiya rewşa jiyana xelkê ya ji ber gendeliya berpirsên hikumeta Başûrê Kurdistanê bi tundî rexne li rêveberên hikumetê kir û ew bi gendelî û bêedaletiya berpirsên hikumeta Başûrê Kurdistanê tawanbar kir.

LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ XIYANET Û GENDELÎ ZÊDE BÛYE

Xwişka çar şehîdan Sêwan Kakemend behsa birayên xwe yên şehîd kir û got, “Ez yekane xwişka çar birayan im ku her çar di oxira azadiya Kurdistanê de şehîd bûne. Niha hikumeta herêma Kurdistanê di xeweke kûr de ye û haya wê ji gel nîne û ji ber desthilatdariya rêveberên Başûrê Kurdistanê xiyanet û gendelî jî zêde bûye. Em daxwazê ji hikumetê dikin ku vegerin û gel ji vê rewşa xirab rizgar bikin.”

‘LI DIJÎ XIYANETKAR Û GENDELKARAN RABIN SER PIYAN’

Kakemend îşaret bi xiyaneta li dijî zarokên Kurdan ya ji aliyê desthilata Başûr kir û wiha axaftina xwe domand, “Ji gel daxwaz dikim ku li dijî xiyanetkar û gendelkaran rabin ser piyan û bi rêya raperînê edaletê bînin. Ji ber ku niha gel di rewşeke xirab de dijî. Ez wek xizma şehîdan ku timî ji aliyê dagirkeran ve hatine çewisandin daxwaz li hikumeta herêmê dikim ku berpirsiyariya xwe ya li beramberî nifşên nû bizane. Ew gendeliya ku niha li herêma Kurdistanê heye bûye sedem ku ked û têkoşîna şoreşgeran winda bibe.”

‘PKK’Ê BI QEHREMANÎ Û DILSOZÎ GEL Û NIŞTÎMAN PARASTIYE’

Sêwan Kakemend di berdewamê de behsa rêbazê têkoşîna PKK’ê kir û anî ziman, “PKK tevgereke azadîxwaz e û ti carî xiyanet li gel û niştîman nekiriye û her tim keç û xortên PKK’yî bi qehremanî û dilsozî gel û niştiman parastine.”

‘EGER NIVIYÊ KURDAN WEKE PKK’Ê PAQIJ Û DILSOZ BÛYA WÊ ÇAXÊ KURD Û KURDISTAN AZAD DIBÛ’

Xwişka çar şehîdan Sêwan Kakemend Qadir di dawiyê de îşaret bi xebat û têkoşîna PKK’ê ya paqij û dilsoz kir û wiha dawî li axaftina xwe anî; “40 sal in ku em ji xebata PKK’ê haydar in, PKK ji destpêka damezrandina xwe heya niha timî li ser rêya rast bûye û bi dilsozî parastina gel û niştîman kiriye. Eger niviya Kurdistanê weke PKK’ê paqij û dilsoz bûya wê çaxê Kurd û Kurdistan azad dibû.”