PJAK: Başûrê Kurdistanê bûye goristana aktîvîstên Rojhilatî

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bal kişand ser kuştina Ehmed Bêxem ê ji Rojhilatê Kurdistanê ku cenazeyê wî li Hewlêrê bi êşkencekirî hate dîtin û xwest, bûyer bi her awayî bê lêpirsîn.

Di 31'ê Kanûna 2021'ê de cenazeyê aktivîstê Rojhilatê Kurdistanê Ehmed Bêxem ê bi nasnav Heval Kejwan, li Hewlêrê hat dîtin. Li gorî çavkaniyek nêzî malbatê, li ser bedena aktivîstê Kurd şopên êşkenceyê hebûn. Heya niha jî derbarê bûyerê de Hikumeta Herêmê ti daxuyaniyek belav nekiriye.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) derbarê kuştina Heval Kejwan de daxuyaniyek belav kir. PJAK’ê di daxuyaniya xwe got; "Carek din kuştinek bi guman. Aktivîstê Rojhilatê Kurdistanê Ehmed Bêxem ê bi nasnav Heval Kejwan li Başûrê Kurdistanê hatiye kuştin. Ev kuştin ispata wê ye ku Herêma Kurdistanê bûye goristana aktivîstên Rojhilatê Kurdistanê. Çi çalakiyek ne di berjewendiya rayedarên Hewlêrê de be, tê bêdeng kirin."

PJAK'ê di dewama daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata Heval Kejwan re xwest û got; "Heval Kejwan xelkê Serdeşt bû, xemxwarê niştimana xwe bû. Bi dildarî tevlî berxwedana Kobanê bibû û em têkoşîna wî ya li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê ya ji bo azadiyê ji bîr nakin."

PJAK'ê herî dawî banga ronîkirina bûyerê li rayedarên Hikumeta Herêmê kir; "Divê bûyera kuştina aktivîstê Kurd ji aliyê polîs û aliyên peywendîdar ve were ronîkirin. Ji ber ku li ser bedena Heval Kejwan şopên êşkenceyê hebûn, ev jî tê wateya ku hatiye qetilkirin."