Piştî êşkenceyê ew ji Şirnexê sewqî Xarpêtê kirin
Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê êşkence li çalakvana TJA’yê Sumeyye Gok hate kirin. Piştre tevî du girtiyan ew sewqî girtîgeha Xarpêtê kirin.
Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê êşkence li çalakvana TJA’yê Sumeyye Gok hate kirin. Piştre tevî du girtiyan ew sewqî girtîgeha Xarpêtê kirin.
Piştî ku Wezîrê Karê Naxweyî Suleyman Soylû HDP kiribû hedef polîsan girtibûn ser malan. Di van serdegirtinan de çalakvana TJA’yê Sumeyye Gok jî di nav de 19 kes hatibûn girtin.
Gok biribûn Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê û gardiyanan li vir êşkence li wê kiribûn.
Hate ragihandin Gok û Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Mîraç Dînç û Abdullah Kaçmaz sewqî girtîgehên Xarpêtê hatine kirin.