Piştî desteserkirina şaredariyê ketina Bişêriyê hate qedexekirin!

Piştî qedexekirina şaredariya Awiskê û şûnde rêya Êlih-Bişêrî li trafîkê hate girtin. Wesayîta hevşaredarên Êlihê jî ya ketina Bişêriyê hate astengkirin.

Piştî hevşerdarên bajarokê Awiskê ya navçeya Bişêriyê ya Êlihê Emîne Taş û Osman Karabûlût ji erkê hatin girtin û şûnde, rêya Êlih-Bişêriyê hate girtin. Li ser rê wesayît ketin pey hev û ajokaran bi kornayan nerazîbûn nîşanî vê dan û ev yek protesto kirin.

Wesayîta ku hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz li gel rêveber û endamên rêxistina HDP’ê ya bajar li nav bûn hate astengkirin.

Bendewariya hevşaredar û endamên partiyê didome.