Piştî 7 mehan cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ozdemîr spartin axê

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mahmût Ozdemîr ê di 21'ê Hezîrana 2021'ê de li herêma Xerzanê şehî bibû, piştî 7 mehan spartin axê.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mahmût Ozdemîr (Dilgeş Şerzan) ê tevî Mahsûm Yasak (Erdal Şoreş) di 21'ê Hezîrana 2021'ê de li herêma Xerzanê de di şer de şehîd bibû, piştî 210 rojan radestî malbata wî hat kirin. Piştî encama DNA'yê kifş bû malbata çû cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mahmût Ozdemîr ji Goristana Bêkesan a Bedlîsê wergirt û bir Nisêbîna Mêrdînê. Malbatê cenaze di bin dorpêça polîsan de bir Goristana Mohrîsê.

Tenê destûra ferdên malbatê hat dayîn ji bo veşartina cenaze. Cenazeyê Ozdemîr bi merasîmeke ku tenê ferdên malbatê tevlê bûn hat veşartin.