Piştî 594 rojan doz li hevşaredarên Sêrtê hate vekirin!

Hevşaredarên Sêrtê yê cezayê limalêmayînê li wan hatibû birîn, piştî 594 rojan doz li wan hate vekirin.

Wezareta Karên Navxweyî di 15’ê Gulana 2020’an de peywirên hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işık, hevşaredarên Hawêlê Ramazan Sarsilmaz û Ozlem Gunduz û peywira hevşaredarê Misircê Baran Akgul desteser kiribû û cezayê limalêmayînê li hevşaredaran birîbû.  Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê piştî 594 rojan lêpirsîna li ser hevşaredaran amade kir. Ji 7,5 salan heta 15 salan ceza ji bo hevşaredaran tê xwestin. Wê rûniştina pêşîn di 12’ê Gulana 2020’an de were kirin.

Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku dozger 594 rojan li sûcekî geriyane û got “6 dozger guherîn, dozgerê 7’emîn ev amade kir. Sedem jî ev e ku derbarê 200 kesên di şaredariyê de ketine kar, îddîaya ‘têkiliya wan bi rêxistinê heye’ Ji nav 200 kesan jixwe 175 a niha di şaredariyê de dixebitin. Derbarê van kesan ne lêpirsîn û ne jî doz heye.”