Piştî 4 mehan cenazeyê gerîla Yaliç teslîmî malbata wê hate kirin

Gerîlaya YJA Starê Bedîa Yaliç a ku li Cûdî di şer de şehîd bûbû, piştî 4 mehan cenazeyê wê teslîmî malbata wê hate kirin.

Li qada Navsera Cûdî ya Çiyayê Cûdî di 7’ê Hezîranê de gerîlaya YJA Stare Bedîa Yaliç (Dilsoz Cûdî) di şer de şehîd bûbû. Piştî 4 mehan cenazeyê wê teslîmî malbata wê hate kirin.

Malbatê 3 meh berê li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ji bo DNA’yê mînak dabû û hate diyarkirin DNA wekî hev derketine.

Cenazeyê Yaliç li Goristana Bêkesan a li Bahçelîevlera Şirnexê hatibû veşartin. Malbatê cenaze ji vir derxist û di bin ablûkaya polîsan de bir li Goristana Taxa Cûmhûriyetê ya Şirnexê veşart.