Piştî 21 salan li heman cihî..

Gerîla Êrîş Gever ku piştî 21 salan li cihê ku xwîşka wê Adar lê şehîd ketî, li Lêlikanê li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe dide, got, ‘’Li cihê ku heval Adar lê şehîd bûyî têkoşîn ji bo min tiştekî bêhempa ye’’.

Li Rojhilata Navîn bi hezaran ciwan ji bo jiyan û welatekî azad berê xwe didin çiyayên Kurdistanê. Di nav tevgera PKK’ê de ku ji her malbatê bi kêmanî kesek heye, ji hin malbatan 3-4 xwîşk û bira tevlê bûne. Yek ji van malbatan  Geverî malbata Êrîş Gever e. Êrîş got ew bi 3 xwîşk û bira tevlî nav refên gerîla bûne, piştî xwîşk û birayan wî biryar daye ku tevlî nav tevgera azadiyê bibe. Gever ku piştî 21 salan li cihê ku xwîşka wî lê şehîd bûyî, li Sîdeka ya Lêlikanê ye, ji ANF’ê re got bê ka wî çawa biryar daye  tevlî nav tevgera PKK’ê bibe û behsa berxwedana Lêlikanê kir.

Êrîş Gever dibêje dema ku xwîşka wî Adar  1993’yan tevlî nav gerîla bûye ew pir biçûk bûye û got, ‘’Bi mezinbûnê re, her ku ez li rasta êrîşên dijmin dihatim, bi fikra ku xwîşka min jî di nav têkoşînê de ye, em hîn bûn ku li dijî dijmin xurt bin. Mezinên me gelek caran behsa gerîla dikirin. Dema ku dihate gotin artêşeke me jî heye û xwîşka min Adar jî di nav de ye, bala min zêdetir diçû ser gerîla. Ji bo min gerîlatî xeyalek bû. Di cihana xwe ya biçûk de hingî me li devereke wiha danîbû, me tenê dikarîbû xeyal bikin ku bibin gerîla.’’

PEYREVÊ ADARÊ ADAR

Gever dibêje piştî ku xwîşka wî Adar li Sideka şehîd dibe, xwîşka wî ya dî jî, ji bo ku li pey biçe tevlî nav gerîla dibe û navê xwe dike Adar û wiha didomîne: ‘’Êdî du xwîşkên min gerîla bûn. Ez gaveke dî nêzî gerîla dibûm. Komkujiyên li derdora me, kuştinên kiryar nediyar, zarokên me li naverasta kuçeyan dihatin kuştin, her roj zêdetir hişmendiya min a têkoşînê û tolhildanê geş dikir. Tekanê qadên azad ku mirov dikarîbû li dijî dijmin şer bikin çiya bûn. Ên beriya me rê nîşan dabûn. Li me jî dima ku em di rêya wan de, bi lehengiya wan bimeşin.’’

Gever dibêje piştî ku tevlî nav gerîla dibe, ew hatiye qada ku xwîşka wî Adar lê şehîd buye û domand: ‘’Ev ti caran bi min ne weke rasthatiniyekê bû. Enerjiyekê em kişandibûn eynî cihî. Dema hatim qada Xakurkê min xwîşka xwe ya ji xwe mezintir Adar jî dît. Bi wê re em çûne ser gora xwîşka xwe Adar. Pevgihîna me her sêyan ne rasthatiniyek e. Wê rojê em bi hev re bûn. Xeyala min bû û pêk hat. Xwîşkên min, hevrêyên min ên têkoşînê bûn.’’

 ‘LÊLIKANÊ DESTANÊ DINIVSÎNE’

Êrîş Gever li ser berxwedana Lêlikanê dibêje, ‘’Niha ez li navçeya Sîdeka ya Lêlikanê me. Ji bo min tiştekî bêhempa ye ku li wan xakên ku heval Adar lê şehîd bûyî, têbikoşim û di vê rêyê de, ku bi şopa bi hezaran hevalî lê heye, bimeşin. Piştî 21 salan li cihê ku xwîşka min lê şehîd bûyî têkoşîn bi hemû giraniya xwe didome. Dema ku min dest bi vê rêyê kirî min pê derxist ku çi gava ku ez davêjim ne beleheq e, bi her gavê re li wateyeke nû rast dihatim. Berxwedana Lêlikanê nivîsandina dastanê didomand. Heval hema her roj çalakiyên karîger dikin. Her kêliyeke Lêlikanê romanek e.’’

Gêrîla  Êrîş Gever got di dest dewleta Tirk de tenê teknîk heye û domand: ‘’Heval li dijî artêşa Tirk ku xwe li pişt balafirên kefşê vedişêrin çalakiyên karîger dikin. Dema ku kefş pûç dibin êdî tiştekî ku leşker pê baweweriya xwe bînin namîne. Dema ku em keşfê dikin vê  dibînin. Ji kozikên xwe nikarin gavekê derkevin. Serkeftiyê vî şerê niha diyar e. Dagirker ti caran bi ser neketine, wê bi ser nekevin. Dewleta Tirk dewleta dagirker e. Em dawiya wê jî li Lêlikanê dibînin. Divê gelê me jî vê bibîne û bizanibe dewleta Tirkweke li Lêlikanê neçarî têkçûnê ye.’’