Piştevaniya ji bo PKK ji ‘lîsteya terorê’ derkeve, didome

Li Başûrê Kurdistanê her ku diçe piştevaniya bi Kampanya PKK ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin berfireh dibe. Welatiyên Başûr tînin ziman ku PKK ne teror e, gelê Kurd ne teror e.

Piştî ragihandina kampanya PKK ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin li seranserî cîhanê hate ragihandin û şûnde, di çarçoveya kampanya giştî de li Silêmanî û Kerkûk bi dirûşma ‘Dem Dema Azadiyê Ye, Kampanya Însiyatîfa Navneteweyî: Ji Bo Kurdan Edalet, Daxwaza Lezgîn Dikin Ku Pkk Ji Lîsteya Terorê Dê Derxistin’ hate îlankirin û piştevaniya ji bo kampanyê hate xwestin.

Her di vê çarçoveyê de li gelek navçeyên mîna Ranya, Helbçe, Germiyan û gelek deveran standên danîna îmzeyan ji bo PKK ji lîsteya ‘terorê’ bê derxistin, îmze tên komkirin.

Li Silêmanî li navenda bazarê Tevgera Azadî standek ya îmzeyan danî û îmze kom kir.

Li standê her wiha pirtûk û rojnameyek taybet ku di derbarê komployê de hatibû amadekirin hate belavkirin.

Eleqeyek zêde ya ji bo kampanyayê hebû.

Cotyarê bi navê Hecî Taha îmzeya xwe li binê kampanyê danî diyar kir ku ji dîrokê ve li ser vê axê weke gelê Kurd dijîn û çavê wan li bostek axa kesek din tine û got: “Em mirov hez û xwedî çandek in. Mixabin dijminê gelê Kurd bi dijwarî êrîşî me dikin.”

‘EM NE TERORÎST IN, EM ŞOREŞGER IN

Teha bal kişand ser mijara terorê jî û got: “Ji bo me dibêjin teror, lê em ne teror in; şoreşger in. Em şoreşgerên ji bo netewa xwe ji destê Tirk, Faris û Ereban derxînin têdikoşin. Ji ber vê me dikin terorîst. Em ne terorîst in, em şoreşger in.”

‘DIVÊ XWEDÎ LI RÊBER APO DERBIKEVIN’

Teha qala rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî kir û wiha pêde çû: “Di roja îro de ji bo gelê Kurd yek ji kesê ku herî girîng e û divê xwedî lê derbikevin Rêber Apo ye û divê daxwaza azadiya Rêber Apo bikin. Min îro weke kesek nîştîmanperwer îmzeya xwe danî binê kampanya ji bo azadiya Rêber Apo û ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxistin.”

‘ELEQEYEK ZÊDE JI BO KAMPANYAYÊ HEYE’

Ciwanê bi navê Armanc Mihemd ku li standa îmzeyan ji bo PKK ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin îmze berhev dikir jî axivî û got: “Ji bo PKK’ê ji lîsteya terorê were derxistin me li Silêmanî maseyek daniye û îmze kom dikin. Daxwaz ji hemû Kurdên bi şeref dikim bên tevlî vê kampanyê bibin û îmzeya xwe bidin vê kampanyayê.”

Mihemed li ser eleqeya gel jî agahî da û destnîşan kir ku gel pir baş û erênî nêzîk dibin û îmze ji bo kampanyê bikar tînin û got: “Gel kêfxweş e ku kampanyek wiha hatiye danîn û li Silêmanî eleqeyek zêde heye.”