Pirtûka xêzkar lê hate qedexekirin

Pirtûka ‘Dûvarları Delen Çîzgîler’ a ku xêzên Mehmet Enes Tûnç jî tê de ye, yê ku di Girtîgeha Tîpa T a Amedê de ye, lê hate qedexekirin.

Pirtûka ‘Dûvarları Delen Çîzgîler’ a ku xêzên Mehmet Enes Tûnç jî tê de ye, yê ku di Girtîgeha Tîpa T a Amedê de ye, lê hate qedexekirin. Parêzerê Tûnç xwe amade dike ku dosyeyê bibe Dadgeha Destûra Bingehîn.

Bariş Înan, Cenan Genç, Huseyîn Yildirim, Mehmet Enes Tûnç, Mehmet Bogatekîn, Melîh Gurler, Omer (Raman) Ozdûrak, Serdar Surucu, Aynûr Eplî, Menaf Osman, Ozlem Ozdemîr, Zehra Dogan (tehliye bû) û gelek girtiyên siyasî, bi pirtûka ‘Dûvarlari Delen Çîzgîler’ hatibûn ba hev. Ev pirtûk ji aliyê gorulmustur.org’ê hatibû organîzekirin û bi piştgirîya Koma Mîzahê ya Homûr bi xebateke kolektîf hatibû amadekirin. Ev pirtûk bajar bi bajar digere û plansaziya wê tê kirin ku li derveyî welat jî were pêşandan.

Di vê pirtûkê de karîkaturên girtiyê siyasî Mehmet Enes Tûnç jî heye yê ku di Girtîgeha Tîpa T a Amedê de ye û rêveberiya girtîgehê pirtûkê nade Tûnç. Tûnç daxwaznameyek nivîsand û diyar kir ku divê pirtûk radestî wî were kirin.

Dadgehê li ser daxwaznameya Tûnç biryara xwe da. Di biryarê de got ku “Ev pirtûk dikare ewlehiyê têxe rîskê û ji ber vê jî em biryara nedayîna pirtûkê careke pesend dikin û daxwaza girtî jî red dikin.”

Piştî vê biryarê wê parêzerê Tûnç dosyeyê bibe Dadgeha Destûra Bingehîn.