Pirtûka ‘Ji şoreşê û vir ve em ji we re dinivîsin’ li Swîsreyê tê nasandin

12 jinên ji Fransayê bi navê ‘Ji şoreşê û vir ve em ji we re dinivîsin’ li ser şoreşa Rojava pirtûkek nivîsandibûn. Pirtûk li Swîsreyê tê nasandin.

Danasîna pirtûka bi navê ‘Ji şoreşê û vir ve em ji we re dinivîsin: Çîrokên enternasyonalîstên jin ên Rojava’ (Nous vous écrivons depuis la révolution: Récits de femmes internationalistes au Rojava) ji meha Cotmehê ve li gelek bajar û navendên komunal ên Belçîka û Fransayê dihate nasandin.

Danasîna pirtûkê ya li Swîsreyê jî di 16’ê Kanûnê de li Zanîngeha Cenevreyê hate kirin.

Xwendekarên Zanîngeha Cenevreyê eleqeyeke mezin nîşanî pirtûkê dan. Pirtûk qala şoreşa Rojava dike ya ku pêşengtiya wê jinên YPJ’yî dike.

Di pirtûkê de nivîs, helbest, çîrok, jêwergirtinên taybet ên ji rojnivîskan, name û roportajên 12 jinên ji Fransayê cih digire. Ev 12 jin bi qasî 3 salan li Rojava mane.

Di danasîna pirtûkê de ev tişt hatibû diyarkirin: “Ev pirtûk ji ber daxwaz û hewcedariyekê amade bû. Ji bo parvekirina tecrube, lihevrasthatin û hestên di dilê şoreşa Rojava de, ev pirtûk amade bû. Ev daxwaz dema ku hêvî, bedewî û enerjî mumkin be, wê li qadeke berfireh belav bibe û têkeve nav têkoşîna li her dera dinyayê. Ev hewcedariyek bû ji ber ku berpirsyariya me ev e ku em tişta ku ji me re hatiye qalkirin, proje û rastiya wê ya şoreşger bidin danasîn.”

Pêşkêşî ji aliyê jinên bi navê Marîa û Marîe yên Fransayê li Zanîngeha Cenevreyê hate kirin. Marîa derbarê pirtûkê ji ANF’ê re axivî û got “Bi qasî 3 salan em li Rojava man û derfeta me çêbû ku em şoreşa li wir tecrube bikin. Me xwest em bi gelên dinyayê re par ve bikin ku em çima çûne Rojava û em tecrubeya bedewî, enerjiya jiyanê û hêviyê ya şoreşa Rojava bikin pirtûk. Ji ber vê jî ev pirtûk derket holê.”

Pirtûka ku ji aliyê 12 enternasyonalîstên jin hatine amadekirin wê roja Înê li bajarê  La Chaux-de-Fond û roja Şemiyê jî li bajarê Sîonê danasîna wê were kirin.