Pirsgirêka Kerkûkê û li Iraqê xebatên nû yên hikûmetê..

Pirsgirêka Kerkûkê ya di navbeyna Hewlêr û Bexdayê, Hewlêr û Silêmanî de didome. Tê gotin ji bo çareserkirina pirsgirêka Kerkûkê hevdîtinên di navbeyna YNK-PDK’ê de didomin.

Pirsgirêka Kerkûkê ku ji ber rezervên wê yên petrolê hêzên navnetewî û herêmî li ser hesaban dikin û hemû jî dixwazin bibin xwediyê wê çareser nabe. Li gorî destûra Iraqê ya 2005’an piştî bi 2 salan diviyabû ji bo ku statûya Kerkûkê çareser bibe referandum bihata kirin. Lê referandûm nebû.

Gelek kes dibêjin ji ber sedema ku biryara Kerkûkiyan ji hêla Bexda û Hewlêrê ve wê nehata qebûlkirin. Ji bo vê jî meseleya Kerkûkê heta niha dom kir. 2014’an piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê Mûsil bi dest xistin Şengal hate dagirkirin û berê xwe dane Kerkûkê.

HIKÛMETA IRAQÊ 17’Ê COTMEHÊ KERKÛK BI DEST XIST

Artêşa Iraqê dema ku li Mûsilê derbek xwar nema karî Kerkûkê biparêze. Pêşmerge û gerîlayan Kerkûk li dijî DAÎŞ’ê parastin û wiha ne bi fermî be jî Kerkûk bi temamî kete bin kontra Başûrê Kurdistanê. Heta refefrandûma 25’ê Îlonê jî wiha bû. Bexda  piştî referandûmê ‘meşrûiyeta destwerdanê’ bi kar anîn û 17’ê CotmehA 2017’AN Kerkûk û herêmên ku nîqaş li ser hene bi dest xist.

Waliyekî bi navê Rakan Saîd Cuburî anîn ser Kerkûkê, li gel ku diviya meclîsa gel a Kerkûkê ew hilbijarta jî. Ev di destûrê de hatiye diyarkirin. Kerkûk ev nêzî salekê ye ji hêla Bexdayê ve bi waliyekî demdemî tê rêvebirin. Ji bo Waliyê Kerkûkê were diyarkirin divê Meclîsa Bajêr a Kerkûkê bicive.

ASO MAMEND: EM Ê PIRSGIRÊKÊN KERKÛKÊ BI PDK’Ê RE ÇARESER BIKIN

Endamên Meclîsê yên PDK’ê ji 17’ê Cotmehê ve tevlî civîna Meclîsê nebûne. Beriya bi çend rojan hin jêderên nêzî YNK’ê gotin PDK bi tevlênebûna meclîsê dibe asteng ku Meclîsa Bajêr bicive û biryaran bistîne. Bi rengekî meclîsê bloke dike.

Piştî vê îdîayê Endamê Polîtbûroya YNK’ê û Berpirsê Rêxistina Kerkûkê Aso Mamedn got ew ê pirsgirêkên Kerkûkê bi PDK’ê re çareser bikin û bi vê îdîayên li holê piştrast kir. Manend got di serî de meseleyên siyasî, ji bo pirsgirêkên Kerkûkê çareser bikin hevdîtinên bi PDK’ê re wê bidomin.

 ‘SEDEMA SEREKE YA ÇARESERNEBÛNA PIRSGIRÊKA KERKÛKÊ NECIVÎNA MECLÎSA BAJÊR E’

Mamend di daxuyaniyê de got sedema sereke ya çaresernebûna pirsgirêka Kerkûkê necivîna Meclîsa Bajêr û lê mikur hat ku PDK bi tevlênebûna civînan hilbijartina walî asteng dike û meclîsê bloke dike.

Mamend derbarê naveroka hevdîtina bi PDK’ê re bi berfirehî tiştek negot lê li ser sedem û rengê çareseriyê got, ‘’Heke qonaxa pêşî li ser diyarkirina walî em li hev nekin jî ji bo civîna meclîsê em dikarin li hev bikin. Heke meclîsa ku Lîsteya Biratiyê, ku piranî lîsteya Kurd e meclîsê bicivîne 80 ji 100’î yê pirsgirêkan wê çareser bibe.’’

HILBIJARTINA PARLAMENTOYÊ 3 MEH LI PEY XWE HIŞTIN LÊ ENCAM NEHATIN AŞKEREKIRIN

Her wiha encamên hilbijartina parlamentoyê ya ku 12’ê Gulanê pêk hatî hê jî nehatine aşkerkirin. Li gel vê jî lîderên lîsteya pêşî û duyem û partiyên dî nav xwe de xebatên avakirina hikûmetê dikin.

Li gorî daxuyaniyên nivîskî li ser vê mijarê li hev jî kiribûn. Lê ji ber îtîra hin partiyan a bi hinceta ku li ser encaman guman hene deng dîsa hatin hijmartin. Li gel ku hijmartina dengan qediyaye jî encam nehatin aşkerekirin.

PARTÎ BAWER NAKIN KU ENCAM BIGUHERIN

Partiyên ku îtîraz kirin û xwestin dîsa deng werin hijmartin bawer nakin ku encam biguhere. Li gel ku bi rojan e hijmartina qediyaye jî aşkerenekirina encamê partî û lîsteyan dide fikirandin.

Partiyên ku difikirin ku wê peywira avakirina hikûmetê pêşî wê bidin wan li benda aşkerkirina encman in. Di serê van de jî Tevgera Sadr heye. Berdevkê Tevgera Sadr Selah El Ubeydî derbarê xebatên avakirina hikûmetê agahî da.

ŞIÎ BÛNE DU BLOK

Ubeydî li ser avakirina hikûmetê got, ‘’Şiî bûne du blok. Ev astenga herî mezin e li ber avabûna hikûmetê. Ji ber sedema ku encama hilbijartinê nehatiye ragihandin li pêş avabûna fraksiyona mezin dibe asteng.’’

 ‘BÊ KURDAN NABE’

Ubeydî bal kişande ser giringiya Kurdan û got parçeyekî girîng ê Iraqê ne, bêyî tevlêbûna Kurdan ne pêkan e ku hikûmet ava bibe. Ubeydî got lîderê wan Muteda es-Sadr hay ji giringiya rola Kurdan heye û piştî hilbijartinê pêşî bi Kurdan re rûniştiye. Ubeydî her wiha got hemû aliyên siyasî yên Iraqê hevfikir in ku Kurd di hikûmeta nû de bi rengekî xurt divê hebin.

KURD ÇI DIBÊJIN?

Hemû avaniyên siyasî yên Iraqê hay ji hêza Kurdan hene, a rast mirov bibêje, hay ji hêza Kurdan ya ku bi hev re tevdigerin hene. Mixabin her çendî Kurd hay ji vê hebin jî piştî hilbijartina ku bi partîyî tevgeriyan ev derkete holê. Ji ber ku YNK û PDK cuda cuda li Bexdayê hevdîtin kirin.

Partiyên siyaasî û lîsteyên Iraqê ev parçebûna Kurdan dîtin û ji bo vê jî cuda cuda bi wan re rûniştin. YNK û PDK’ê li ser Başûrê Kurdistanê her çendî bi hev re tevbigerin jî li ser mijara  Kerkûkê û Serokkomariya Iraqê li hev nakin. Li gorî nûçeyên van demên dawî heke walîtiya Kerkûkê bidin PDK’ê PDK jî wê qebûl bike ku Serokkomariya Iraqê bidin YNK’ê.

PUK MEDYAYÊ NAMZETÊ SEROKKOMARIYÊ YA YNK’Ê RAGIHAND

Li gorî nûçeyeka PUK Medyayê namzetê serokkomariyê ya YNK’ê Mihemme Sabir Îsmaîl e. Lê tê gotin dibe ku ev nav biguhere jî. Hê namzetê PDK’ê ne diyar e. Lê beriya bi du rojan Berpirsê Koalîsyona Netewî ya Iraqê yê Başûrê Kurdistanê Abdullah Zeydî got PDK û YNK’ê ji bo serokkomariyê hê bi fermî nav nedane û navê wan kesan da k udi hevdîtinan de navê wan ji bo serokkomariyê derbas bûbû.

PDK JÎ NAMZETÊ SEROKKOMARIYÊ DIYAR DIKE

Zeydî got di hevdîtinan de ‘’Ji bo YNK’ê navê Latîf Reşîd, Muhammed Sabir û Ednan Miftî derbas dibe. Ji bo PDK’ê jî navê Xweşyar Zebarî, Fazil Mîranî û Fuad Huseyîn’’ derbas dibe.