Peyama KCK’ê ya ji bo rojiya Muharrem û Aşûrayê

Komîteya Gelan û Baweriyê ya KCK’ê, bi boneya roja Muharrem û Aşûra yê, Huseyîn û hevrêyên wî yên li Kerbelayê hatibûn qetilkirin bîbîr anî.

Komîteya Gelan û Baweriyê ya KCK’ê ya peyameke nivîskî weşand, got: “Berxwedana Kerbelayê ji bo Elewiyan, biryardarî û zanîsta cudahiya rast û şaştî, dîsa xirab û qencî ya hê bihêztir bê kirin nîşan daye.”

KCK bal kişand ser zextên roja îro û got: “Bi boneya berxwedana Kerbelayê divê baş bê zanîn ku Huseyînê îro li dijî înkar, komkujî, faşîzmê geşkirina têkoşînê ya demokrasiyê ye.”

Di dewama peyama KCK’ê de ev tişt hate gotin: “

“Elewî û Şiî’yên Musilman di nava vê salê de dîsa bi zorî û çewisandina bi rojiha Muharremê têkoşîna Hz. Huseyîn a ji bo maf û edaletê dida bibîr anî. Bi têkoşîna xwe ya mirovahiyê ya li dijî rêveberên bê wijdan a dewletê, silav li vê berxwedana ku zindî dihêle ye. Bila canê van kesên di vê berxwedanê de şehîd bûne şa be.”

Hz. Huseyîn di Elewîtiyê de xet û nasnamyeke. Elewî her meha Muharemê bi rojiyên digirin û xizmetên dikin, dîsa belavkirin aşûreyê ku vê xetê diparêzin, ji her demê bêhtirî îro pêwîstî pê heye. Berxwedana Kerbela, sekna Hz. Huseyîn herî zêde îro banga Elewî ya bûyîna Huseyîn-î ye. Bi boneya van rojên ku menewyeta wê bihêz in, hemû Elewiyan vedixwînin ku xwe li ber çavan re derbas bike dikin.”

Yezîdên îro diyar in. Evan e îro dixwazin civakê bi derewan bixapînin û bi zoriyê mirovan bitirsînin. Ev Yezîdên he nirxên mirovahiyê dixin binê lîngên xwe. Di her baweriyê de li dijî zilmê serî rakirin wezîfeyekî bi nirxe. Di Elewîtiyê de jî li dijî zilmê têkoşîn şert e. Elewî jî vî şertî bi cesareta Huseyîn re divê pêk bînin. Bi wesîleya berxwedana Kerbela em dixwazin diyar bikin ku Huseyînê îro li dijî înkar, komkujî, faşîzmê geşkirina têkoşînê ye. Di roja me ya îro de wateya roja Aşûre û rojiya Mûharrem ev e û ti gumanek din nîne.

Biwesîleya roja Aşûre û rojiya Mûharrem kesên ku Hz. Huseyînî hîs dike em daxwaz dikin ku rojiya 12 îmam û keda wan di deftera heq de were nivîsin û vêya ji can û dil dixwazin.

Em bang li hemû hezkiriyên Huseyîn dikin ku ji bo Hz. Huseyin û hemû şehîdan li dijî zilmê têbikoşin. Bi wateya rojê re em diyar dikin ku têkoşîna azadiya Kurdistan ku tevgera demê ya Huseyînî bîranînên wan didin jiyîn û em bang li hemû kesê dikin ku di nava refên têkoşîna azadî û demokrasiyê de cih bigrin.”